​​​​​​​Li Kobanê û Tebqayê dagirkirina Efrînê hate şermezarkirin

Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Tebqa û Zanîngeha Kobanê bi daxuyaniyên cûda salvegera 4`emîn a êrişên dewleta Tirk li ser kantona Efrînê şermezar kir û banga xurtkirina têkoşînê li hember dewleta Tirk a faşîst û rizgarkirina Efrînê û herêmên din ên dagirkirî kir.

​​​​​​​Li Kobanê û Tebqayê dagirkirina Efrînê hate şermezarkirin
20 ÇILE, 2022   15:51
NAVENDA NÛÇEYAN

20`ê Çile salvegera 4`emîn a êrişên dewleta Tirk li ser kantona Efrînê ye.

Di vê derbarê de Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Tebqayê daxuyaniyek da û têde dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir.

Daxuyanî ji aliyê endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Beyda El-Xidir ve hate xwendin û têde sûcên ku dewleta Tirk li dijî şêniyên Efrînê pêk tîne, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk piştî xirakirin û tevlîheviyê dest bi siyaseta qirkirina etnîk kir, ji sedî 80`ê ji şêniyên resen ên Efrînê neçarî koçberiyê kir û li şûna wan malbatên çeteyan bi cih kir.

Her wiha hate destnîşankirin ku dewleta Tirk komên çete yên taybet ji bo diziya şûnwaran ava kir da ku nîşaneyên şaristanî û şûnwarî yên bajar binpê bike, derî girtin û bi vê yekê hemû pîvan û peymanên navneteweyî binpê dike.

Yekitiya Jinên Ciwan di daxuyaniya xwe de got, hemû sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne dê îradeya gelan neşkîne û dê bi rihê berxwedana şehîdan heta dawiyê têbikoşin.

KOBANÊ

Têkildarî mijarê Zanîngeha Kobanê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê xwendekara bi navê Lava Qemer ve hate xwendin. Bi dehan xwendekar û mamosteyên zanîngehê tev li dayîna daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve hate şermezarkirin û hate diyarkirin ku bi hezeran xwendekar xwendina xwe di dibistan, zanîngeh û peymangehên kantonê de berdewam kir heta ku dewleta Tirk û çeteyên wê aştî binpê kir û bajar dagir kir.

Di daxuyaniya Zanîngeha Kobanê de hate destnîşankirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane sûcên kuştin, revandin, êşkencekirin, guhertina demografî pêk tînin û Efrînê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê qut dikin.

Her wiha bêdengiya navneteweyî û cîhanî li hember sûcên ku li Efrînê û herêmên din ên dagirkirî têne kirin, hate şermezarkirin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/d1mYB-9KXAc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>