Pirtûkxaneya gerok gihaşt navçeya Dêrikê

Pirtûkxaneya gerok îro gihaşt navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo.

Pirtûkxaneya gerok gihaşt navçeya Dêrikê
20 ÇILE, 2022   15:56
QAMIŞLO

Çalakiya pirtûkxaneya gerok a ku 16 vê mehê  ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ve hatiye destpêkirin berdewam dike. Çalakiya pirtûkxaneya gerok di çarçoveya pêngava "Werin cenga azadiyê" de ya bi banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî ya bi daxwaza rakirina qedexeya li ser PKK'ê de, li bajar û navçeyên herêma Cizîrê dewam dike.

Piştî Amûdê, Qamişlo, Girkê Legê pirtûkxane îro gihaşt navenda navçeya Dêrikê. Tevî barîna berfê bi dehan şênî li sûka navendî kom bûn û ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê îmzde dan. Her wiha diruşmeyên  banga azadiya rêber Ocalan kirin.

Pirtûkxane ji gelek pirtûkên rêber Abdullah Ocalan pêk tê. Ev çalakî dê heta 24'ê Çileyê dewam bike û li tevahî bajar û navçeyê herêma Cizîrê bigire.

ANHA