ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-01-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-01-2022
20 ÇILE, 2022   00:00

-Li Sêmalkayê çalakiya bi armanca wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, di roja 108'an de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Hesekê, Dirbêsiyê, Hol, Şedadê, Til Temir, Kobanê, Minbic û Tebqayê bi boneya salvegera 4'emîn a êrişên dagirkirinê yên li ser kantona Efrînê xwepêşandanan li dar dixin, saet 11:00'an. Bi heman wesîleyê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Reqayê daxuyaniyekê dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêxê eşîra El-Bû Xemîs Hisên El-Reşid diyar kir ku armanca "lihevkirirnan" dirêjkirina temenê aloziyê ye û hewldaneke ji bo veşartina rastiyan û xapandina gel e. El-Raşid got, ji bilî diyalogên navxweyî tu alternatîf ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê tune ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên kantona Kobanê bang li gelê herêmê kir ku bi xaka xwe ve girêdayî bin û bi êrişên dewleta Tirk bi bandor nebin. Her wiha bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk şermezar kir û wekî erêkirina êrişan bi nav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

-4 sal di ser dagirkirina kantona Efrînê re derbas bûn, lê hîna jî êrişên li dijî kantona Şehbayê ku koçberên Efrînê lê bi cih bûne, berdewam dikin. Şêniyên Efrînê li dijî hêzên hegemon berxwedaneke bêhempa raber dikin. (BI WÊNE).

- Tirkiye û  Ermenîstanê zehmetiya kirîza aborî dikişînin, ji lewma neçar man di diyalogan hefteya derbasbûyî de nakokiyên xwe deynin milekî. Têkildarî vê yekê rojnamevanekî ermenî normalîzekirin piştrast kir û got, her du alî dixwazin komkujiyên Ermeniyan û nakokiyên li Kafkasyayê derbas bikin. (BI WÊNE).

HEVPEYVÎN

- Şîraz Hemo diyar kir ku hebûna koçberên Efrînê nêzî warê xwe peyameke diyar e ji cîhanê re ku dibêje "Em li ser sînorê Efrînê ne û em ê lê vegerin." Her wiha got “yên ku tehma azadiyê seh kirine, teslîmiyetê qebûl nakin”. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Mistefa Şêx Muslim destnîşan kir ku xistina PKK`ê nav “lîsteya terorê”, li ser daxwaza dewleta Tirk pêk hat. Her wiha diyar kir ku ev partî ji terorê dûr e ji ber ku xwe û gelê xwe diparêze. Şêx Muslim bang li hiqûqnasan kir ku çalakiyên zêde lidar bixin da ku navê PKK`ê ji vê lîsteyê bê derxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA