Şêniyên Kobanê: Divê gel bi êrişên Tirkiyê bandor nebin

​​​​​​​Şêniyên kantona Kobanê bang li gelê herêmê kir ku bi xaka xwe ve girêdayî bin û bi êrişên dewleta Tirk bi bandor nebin. Her wiha bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk şermezar kir û wekî erêkirina êrişan bi nav kir.

Şêniyên Kobanê: Divê gel bi êrişên Tirkiyê bandor nebin
20 ÇILE, 2022   08:12
KOBANÊ

Di van demên dawî de artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kir, ji baregehên xwe yên li hundirê Bakurê Kurdistanê gundên rojhilatê Kobanê û navenda bajêr kir hedef, di encamê de welatiyek şehîd bû û 13 kesên din birîndar bûn, ji wan du zarok û gelek jin hebûn.

Piştî wê topbaranê, nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li ser sînorê rojhilatê Kobanê gulebaran kir. Di encamê de leşkerekî  hêzên hikumeta Şamê hate kuştin û yekî din birîndar bû.

Ev yek piştî çend rojan ji êrişên li dijî navçeya Zirganê û Til Temir ên herêma Cizîrê pêk hat, ku di encamê de welatî şehîd û birîndar bûn. Li aliyekî din êrişên xwe li dijî Eyn Îsa, Minbic û Şehbayê berdewam dikin û gefan li jiyana welatiyan dixwin.

Li dijî van êrişan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Firatê konê çalakiyan li qada Şehîd Egîd ya bajarê Kobanê veda. Çalakî 3 rojan dewam kir, rojane şande diherikîn bin kon û nerazîbûn nîşanî êrişan dan. Şêniyên ku beşdarî çalakiyê bûn, nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Welatiyê bi navê Mihemed Elî Ebdurehman got: "Em tu carî terka xaka xwe nakin û divê gelê herêmê ji van êrişan netirsin û girêdayî xaka xwe bin, ji ber ku armanca dewleta Tirk koçberkirina me ye, lê em ji bajarê berxwedanê dibêjin, em ê li hemberî planên Tirkiyê bisekinin."

Naîle Qehreman bang li gelê herêmê kir ku hevgirtina xwe ava bikin, ji ber ku yekane rêya rawestandina êrişên dewleta Tirk e.

Naîle Qehreman diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst jinan dike hedef, da ku şoreşa wan têk bibe û got: "Lê em jê natirsin. Em ê têbikoşin û heta dawiyê şopdarên şehîdên xwe bin."

ꞌEM TERKA XAKA XWE NAKINꞌ

Welatiyê bi navê Xelîl Muslim Mehmûd jî got: "Armanca dewleta Tirk ji hedefgirtina sivîlan, ew e ku wan neçarî koçberiyê bike, da ku li gorî siyaseta xwe guhartina demografiyê li herêmê çêke û çeteyan bi cih bike, mînaka wê jî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ye. Lê em dibêjin, girêdana me ya bi vê xakê ve ji planên dewleta dagirker mezintir e. Em ê tu carî dev jê bernedin. Li ser vê yekê em bêdengiya civata navneteweyî ku wekî erêkirina êrişan e şermezar dikin."

Xelîl Muslim Mehmûd rola dewletên qaşo garantorên sekinandina êrişên Tirkiyê yên li dijî herêmê ne, ji wan Rûsyayê û Koalîsyona Navneteweyî şermezar kir û diyar kir ku ev dewlet erka xwe ya li hemberî van êrişan bi cih nayînin û rê li pêşiya hedefgirtina welatiyan vedikin.

(eh)

ANHA