​​​​​​​Parêzerek: PKK`ê ji terorê dûr e û tenê xwe û gelê xwe diparêze

Mistefa Şêx Muslim destnîşan kir ku xistina PKK`ê nav “lîsteya terorê”, li ser daxwaza dewleta Tirk pêk hat. Her wiha diyar kir ku ev partî ji terorê dûr e ji ber ku xwe û gelê xwe diparêze. Şêx Muslim bang li hiqûqnasan kir ku çalakiyên zêde lidar bixin da ku navê PKK`ê ji vê lîsteyê bê derxistin.

​​​​​​​Parêzerek: PKK`ê ji terorê dûr e û tenê xwe û gelê xwe diparêze
20 ÇILE, 2022   02:46
KOBANÊ- MEYSA EKARÎ

Di encama fişarên dewleta Tirk û gelek dewletên din de di serî de Almanya, di sala 1993`iyan de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hat qedexekirin. Yekitiya Eworpayê (YE) navê PKK`ê xist “lîsteya terorê”.

Bi berdewamkirina têkoşîna PKK`ê derdora 5 serdeman re, hezkiriyê partiyê li hundirê Kurdistanê û derveyî wê zêdetir dibe.

Ji bo derxistina navê partiyê ji “lîsteya terorê” ya YE û Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) û dewleta Tirk, li ser astên herêmî û cîhanê hemleyên mezin tên lidarxistin.

Di 13`ê Kanûna 2021`an de, Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî hemleyek ji bo derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” ragihand. Ji zêdetirî 30 dewletan zêdetirî hezar kesayetên navdar, akademîsyan, hunermend, parlamenter, siyasetmedar, nivîskar û hiqûqnas tev lê bûn.

`LI SER DAXWAZA DEWLETA TIRK NAVÊ PKK`Ê KET “LÎSTEYA TERORÊ”`

Di vî warî de parêzer û endamê Yekitiya Parêzeran a Herêma Firatê Mistefa Şêx Muslim got: “Li gor perspektîvên siyasî navê PKK`ê ket “lîsteya terorê” ya YE û DYA`yê. Ev partî heq nedikir ku navê wê bikeve “lîsteya terorê” ya cîhanê. “

Mistefa Şêx Muslim destnîşan kir ku cîhan ji bo dilxweşkirina dewleta Tirk, navê PKK`ê xist “lîsteya terorê”. Armanca sereke jî tunekirina şoreşê ye ku PKK`ê banga wê dikir.

Şêx Muslim wiha domand: “PKK`ê xwe wek hêzeke kurdî û Kurdistanê ragihand. Lê tiştek nekir heta bi terorê were bi navkirin. Dema dewleta Tirk êriş bike, mafê partiyê ye ku di çarçoveya parastina rewa de xwe biparêze. Parastina rewa mafê her statûyeke ye çi mezin be an jî biçûk be.”

`PKK`XWE Û GELÊ XWE DIPARÊZE`

Şêx Muslim wiha pê de çû: “Ne pêkane ku her kesê xwe biparêze bi terorê were wesifandin. Ew siyaseta; di vê xalê de xizmeta min bike, ez ê vê qenciyê li te vegerînim dimeşînin.”

Parêzer Mistefa Şêx Muslim têkildarî armanca derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” wiha axivî: “Di radeya yekemîn de, ev partî tiştek nekiriye heta ku pê re wek rêxistineke terorîst bê danûstandin. Vê partiyê li hember êrişên DAIŞ`ê ya li ser Hewlêr û Şengalê û gelek bajarên Kurdistanê yên din xwe isbat kir. Bê teredud bersiva bangewaziya gel da. Bi koordîneya YPG û YPJ`ê korîdoreke mirovahiyê li Rojavayê Kurdistanê vekir. Bi nêrîna gelek dewletên cîhanê di wê bûyerê de, PKK`ê xwe isbat kir ku partiyeke aştiyane ye û ji terorê dûr e. Tenê xwe û gelê xwe diparêze.”

Her wiha Şêx Muslim diyar kir ku PKK`ê gelek caran banga aştiyê kiriye û ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Em hemû dizanin ku PKK`ê ji bo aştiyê gelek şandeyên ku ji kadro û endamên partiyê pêk tên, şandin Tirkiyê. Ew dixwaze vê peyamê bide; ji bo parastina xwe tenê çek bi kar tînim.”

`BI HEVGIRTINÊ EM DIKARIN NAVÊ PKK JI “LÎSTEYA TERORÊ” DERXIN`

Ji bo derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” Mistefa Şêx Muslim got: “Divê gelek xebat bê kirin. Divê komîteyên hiqûqî hevgirtî bin û bûyerên ku PKK`ê tê de li dijî terorê hazir bû û li rex hêzên cîhanê yan jî Koalîsyona Navneteweyî şerê terorê kir, belge bikin.”

Şêx Muslim bi domdarî got: “PKK`ê tiştên tê xwestin pêk anîn, niha erk dikeve ser milê hiqûqnas û parêzeran da ku navê PKK`ê ji lîsteyên terorê bê derxistin. Divê kadroyên partiyê li cîhanê partiyê bi xelkê bidin naskirin, armancên wê ji wan re şîrove bikin. Ev partî, partiyeke modern e û hêvî dike jin cihê xwe bigire ku di serdema zihniyeta baviksalarî de jê bêpar ma. Ev partiya yekane ye ku girîngiyeke mezin dide jinan.”

Di dawiyê de parêzer Mistefa Şêx Muslim banga hevgirtinê kir da ku navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” bê derxistin û got: “Gelek kesayetên navdar ên li cîhanê bi vê yekê re ne. Di nav de dadgeha Belçîkayê ku beriya 2 salan biryara derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” da. Ez di wê baweriyê de me ku piraniya dewletên Ewropayê dê li ser şopa dadgeha Belçikayê bin û navê PKK`ê ji lîsteyê derxin.”

(şx)

ANHA