Sîham El-Hemo: Em ê bi îsrar û îrade parastina xaka xwe bikin

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên Sîham El-Hemû derketina helwestên navneteweyî ji bo sînordarkirina êrişên artêşa Tirk dûr xist û got: "Tevî ku helwest ji aliyê civaka navneteweyî û dewletên garantor tune ne jî, em ê bi îrade û israr parastina xaka xwe bikin."

Sîham El-Hemo: Em ê bi îsrar û îrade parastina xaka xwe bikin
19 ÇILE, 2022   10:00
MINBIC – EHMED QERACA

Di heftiya borî dewleta Tirk êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kir. Ji baregehên xwe yên leşkerî di hundirê xaka Bakurê Kurdistanê de, gundewarên rojhilatê Kobanê û navenda bajarê Kobanê topbaran kirin û di encama wê de welatiyek şehîd bû û 12 sivîlên din jî birîndar bûn. Di nav wan birîndaran de zarok hene.

Piştî topbarana li ser nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li rojhilatê Kobanê ku di encamê de endamekî hêzên hikumeta Şamê hat kuştin û yek din birîndar bûn, sewqiyatên leşkerî pêk hatin.

Beriya wê bi çend rojan dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî navçeyên Zirgan û Til Temir ên herêma Cizîrê topbaran kirin. Di encamê de zêdetirî 20 welatî birîndar bûn. Heta niha topbarana li ser Eyn Îsa, Minbic û Şehbayê berdewam in ku jiyana sivîlan yekser dike hedef.

‘ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK NE REWA NE Û SIVÎLAN DIKE HEDEF‘

Girêdayî mijarê Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Sîham El-Hemo destnîşan kir ku êriş, topbarana dewleta Tirk û sûcên li dijî lihevkirin û peymanên navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome, lê li beramber vê yekê jî civaka navneteweyî û bi taybet dewletên garantorên agirbestê, bêdeng in.

Sîham El-Hemo diyar kir ku bêdengî derfetê dide dewleta Tirk ku sînorê xwe derbas bike û bi hiceta parastina sînor, herêmê êrişî herêmê kir.

Her wiha Sîham El-Hemo got: “Hêzên garantor ji bo pêkanîna timayên xwe yên taybet li herêmê ne, Ji ber wê bi awayekî yekser mudaxele nake û van êrişan ranwestînin.”

‘EMÊ BI ÎRADE Û ISRAR PARASTINA XAKA XWE BIKIN‘

Sîham El-Hemo di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Ruxmî ku civata navneteweyî û hêzên garantor tu helwest li hember van êrişan nîşan nedan, lê gel û rêveberiya herêmê çi dibe bila bibe dê herêmê biparêzin."

Sîham wiha pê de çû: "Dewleta Tirk ji van êrişan armanc dike, ewlehiya li herêmê têk bibe nexasim piştî rizgarkirina herêmê ji DAIŞ`ê. Ji ber wê bi van êrişan hewl dide tirsê di nava şêniyan de çêke. Lê şêniyên herêmê êdî rastî fêm kir û êdî bi van lîstikan nayên xapandin."

Sîham El-Hemo bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Rêveberiya Xwesera her tim hewl dide diyalogê bi hemû aliyên Sûriyê re bike çi li hundir an jî derve. Armanca wê diyaloga sûrî-sûrî pêk were, ji ber ku çareseriya yekane ya aloziya Sûriyê ye."

(bx)

ANHA