Di roja duyemîn de sazûmaniya Rêveberiya Xweser hate nîqaşkirin

Bi nîqaşên girêdayî sazumaniya Rêveberiya Xweser û çawaniya avakirina erkên wê, civîna Komîteya Berfireh a Sazkirina Hevpeyama Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja duyemîn de bi dawî bû.

Di roja duyemîn de sazûmaniya Rêveberiya Xweser hate nîqaşkirin
18 ÇILE, 2022   16:37
HESEKÊ

Komîteya Berfireh a Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku nîqaş û guhertinên ji sedî 30 ji reşnivîsa peymanê di nîvê meha borî de ya sala 2021`an bi dawî kiribû, duh dîsa dest bi xebatê kir. Civîna komîteyê ya roja duyemîn ku li Hola Serdem a Çandê ya li Hesekê hate lidarxistin, bi nîqaşên li ser mekanîzmeya Rêveberiya Xweser bi dawî bû.

158 endamên Komîteya Biçûk a Sazkirina Hevpeyaman Civakî, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, partiyên siyasî, tevgerên ciwanan, hiqûqnas û nûnerên saziyên civaka sivîl beşdarî civînê bûn.

/ar/uploads/files/2022/01/18/144811_dsc_0145-28large29.webp

Têkildarî mijarê, endama komîteyê Ebîr Hesaf ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku di roja duyemîn de sazûmanya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, meclisên gel û herêmê û çawaniya avakirina erkan û demên wan hatin nîqaşkirin.

Civîn dê sibe berdewam bike. Tê payîn ku dê mekanîzmeya avakirina meclisa rêveber, rêziknameya wê û mekanîzmeya hilbijartin werin nîqaşkirin.

ANHA