Çalakiya konvedanê ya li Kobanê bi dawî bû

Li Kobanê çalakiya konvendê ya ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker di roja sêyemîn de bi dawî bû.

Çalakiya konvedanê ya li Kobanê bi dawî bû
18 ÇILE, 2022   16:45
KOBANÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kobanê, 16'ê Çileyê konê çalakiyê li qada Şehîd Egîd veda.

Di roja sêyemîn a dawî ya çalakiyê de şêniyên navçeyên Sirîn û Qenaya û şandeyek ji bajarê Tebqayê herikîn bin kon.

Çalakî bi xwendina daxuyaniyekê bi dawî bû. Berdevak Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Hebûn Mihemed daxuyanî xwend.

/ar/uploads/files/2022/01/18/145802_astmrar-falyat-khymh-alaatsam-fy-ywmha-althalth-walakhyr-fy-kwbany-28129.webp

Hebûn Mihemed diyar kir ku armanc ji venda vî konê şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker a faşîst ên li ser Kobanê, xelk û ciwanên wê  ye.

Hebûn Mihemed got: "Êriş û komkujiyên ku faşîzma Tirk li dijî gelê Kobanê û ciwanên wê pêk tîne, me natirsîne. Dijmin ji hêza me û ji ciwanan ditirse ji ber ku ciwan parêzvanên vî gelî û vê xakê ne."

ANHA