Li ser sînorên Urdin-Sûriyê 3 leşkerên urdinî hatin kuştin

Urdinê ragihand ku li ser sînorên Urdin-Sûriyê, qaçaxcî û leşkerên urdinî bi hev ketin. Di encamê de 3 leşker birîndar bûn.

Li ser sînorên Urdin-Sûriyê 3 leşkerên urdinî hatin kuştin
16 ÇILE, 2022   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarekî artêşa Urdinê got îro sibê ji ber şerê di navbera komeke qaçaxciyan û leşkerên Urdinê de li ser sînorên bakurê rojhilat, 3 leşker birîndar bûn.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Urdinê Petra ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan got: “Komeke qaçaxciyan gule avêtin hêzên parastina sînor. Hêzên parastina sînor jî bersiva wan da. Ji ber wê qaçaxcî ber bi Sûriyê ve reviyan.”

Çavkaniyan destnîşan kir ku piştî pêkanîna lêgerînê li herêmê, miqdarên mezin ên madeyên hişbirê hatin desteserkirin û ew veguhastin aliyê pispor.

Bazirganiya madeyên hişbirê li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de ji ber tevliheviya ewlehiyê, çalak e.

Ev made ji Sûriyê yan bi rêya sînorên bi Urdinê û Lubnanê re bi awayekî qaçax derbasî dewletên Kendavê di sêrî de Erebistana Siûdî tên kirin. Yan jî bi rêya bendarên Sûriyê ji dewletên Ewropayê re tên şandin.

(şx)