Roja yekemîn a civîna salane ya Kongra Star bi dawî bû

Roja yekemîn a civîna Kongra Star bi nirxandina rewşa rêxistinî bi dawî bû.

Roja yekemîn a civîna salane ya Kongra Star bi dawî bû
15 ÇILE, 2022   21:20
QAMIŞLO

Civîna salane ya Kongra Star vê sibehê li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan bi diruşma " Têbikoşe dagirkerî û tundiyê têk bibe" dest pê kir.

Civîn boneya rasthatina salvegera 17`an a damezrandina Kongra Star tê lidarxistin. 300 delegeyên ji hemû bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên Heleb û Şamê beşdarî civînê bûn.

/ar/uploads/files/2022/01/15/204035_2022-01-15-girke-dewiye-civine-roje-yekem-28229.webp

Di destpêka civînê de perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên li ser jinan hate xwendin.

 Paşê rapora rewşa rêxistinî ya 2021`ê ya kongrê bi zimanê kurdî û erebî hate xwendin.

Xebata roja yekemîn a civînê bi nirxandina rapora rewşa rêxistinî bi dawî bû.

Tê payîn ku sibe wê nîqaş berdewam bikin û plansaziya sala nû were danîn.

(eh)

ANHA