​​​​​​​Baz Efrîn: QSD`ê ji bo parastina gelê xwe her dem amade ye

Endamê fermandariya Giştî ya QSD`ê li kantona Girê Spî Baz Efrîn, îşaret bi liv û tevgera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li eniyên şer ên bi QSD`ê re kir û got, QSD`ê li ser bingeha parastina rewa amade ye parastina gelê xwe bike.

​​​​​​​Baz Efrîn: QSD`ê ji bo parastina gelê xwe her dem amade ye
16 ÇILE, 2022   00:38
EYN ÎSA-DICLE EHMED

Artêşa Tirk ji destpêka îsal ve êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin û rasterast welatiyan dike hedef û komkujî pêk anîn. Di van êrişên bêserûber de çekên giran û balafirên bêmirov ên biçek bi kar tîne.

8`ê vê mehê artêşa Tirk bi balafirên êrişî  bajarê Kobanê, gundên Qeremox, Til Hacib, Gultepe, Serzorî û Xanê yên rojhilatê bajarê Kobanê kir. Di van êrişan de welatiyek ji gundê Xanê şehîd bû û 12 jî birîndar bûn. Her wiha gelek gundên rojavayê bajarê Girê Spî, ji wan Ehmediyê, Cirin, Huriyê, Qezelî, Erîde, Zenûbiya, Sewan û Bîr Ereb, dîsa gundên Dibis, Hoşan, Xalidiye, Seyda, Mieleq, Fatse, Sefewiye yên navçeya Eyn Îsa  û rêya M4 topbaran kir. Di encamê de gelek mal wêran bûn.

Têkildarî van êrişan, endamê Fermandariya Giştî ya QSD`ê ya kantona Girê Spî ya Herêma Firatê Baz Efrîn axivî û got, dewleta Tirk rasterast malên sivîlan dike hedef û hildiweşîne, her wiha rêya M4`ê dike hedef ku ji bo gelê herêmê rehê sereke ye.

Derbarê armancên dewleta Tirk a dagirker ji van êrişan de, Baz Efrîn got: "Dewleta Tirk êrişên xwe yên leşkerî li Sûriyê zêde dike, da ku binketina xwe ya leşkerî û siyasî binixumîne, her wiha gelê xwe jî  bi aloziya aborî ya welat ve mijûl nebin, da ku ji nû ve giraniya xwe bi dest bixe û serkeftina siyasî-leşkerî pêk bîne."

girêdayî liv û tevgera çeteyan li ser eniyên li kantona Girê Spî, fermandarê QSD`ê diyar kir ku vê dawiyê tevger û kombûna wan li baregehên leşkerî yên li eniyên şer zêde bûye, her wiha hemwextî hewldanên ketinê gelek leşker, çete û çekên giran anîn, lê QSD`ê ew hewldan têk bir.

Efrîn piştrast kir hewldanên çeteyan û artêşa Tirk ên li gundên li hemberî rêya navneteweyî bi bin ketin û gelek ziyanên canî û madî dîtin.  Baz Efrîn diyar kir ku dagirker bi van êrişan dixwaza qada dagirkeriya xwe fireh bike.

Baz Efrîn bal kişand ser binketina dewleta Tirk û çeteyên wê di dagirkerina herêm û gundên nû yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  de û wiha dewam kir: "Tirkiye ji hundir ve tengav bûye, ji lewma êrişî welatiyan kir û bêserûber herêm topbaran kir, lê hewldanên wê têkçûn."

Di dawiyê de fermandar Baz Efrîn got, QSD`ê li ser bingeha parastina rewa amade ye parastina gel û xaka xwe bike, beriya niha jî li dijî êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê şer kiriye û hewldanên çeteyan têk biriye.

(eh)

ANHA