‘Derxistina navê PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ ji bo aramiya Rojhilata Navîn e’

Gelê herêma Efrînê dibêje “Divê navê terorê li ser PKK`ê were rakirin ji ber ku hebûna wê tenê ji bo azadiya gelê bindest e û ji bo bidestxistina mafên gelê xwe dixebite. Derxistina PKK`ê ji ‘lîsteya terorê’ ji bo aramiya Rojhilata Navîn e.”

‘Derxistina navê PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ ji bo aramiya Rojhilata Navîn e’
16 ÇILE, 2022   01:46
ŞEHBA 

Ji bo ku dewleta Tirk desthilata xwe li ser gelê Kurd dewam bike, dibêje PKK terorîst e û êrişî wan dike. Der barê mijarê de şêniyên herêma Efrînê ji ajansa me re axivîn.

/kr/uploads/files/2022/01/15/183732_ndal-ibrahm.webp

Nîdal Îbrahîm piştgirî da hemleya derxistina navê PKK`ê ji ‘lîsteya terorê’ û got: “Divê hemû dewlet PKK`ê ji nav ‘lîsteya terorê’ derxin, ji ber ku ew tenê ji bo azadiya gelan dixebite.”

Nîdal wiha berdewam kir: “Derxistina PKK`ê ji lîsteyê dê aramiyê ji Rojhilata Navîn peyda bike, ji ber ku dewleta Tirk dibêje PKK terrorist e û êrişî gelê Kurd dike. Lê êdî divê ev nav ji ser PKK`ê were rakirin.”

/kr/uploads/files/2022/01/15/183716_hesne-hesen.webp

Hesne Hesen jî got: “Tu kes nayê ji bo Kurdan parastinê nake, PKK parastina gelê xwe dike û ev jî mafekî normal ê her gelekî ye. Dewleta Tirk bi her awayî êrişî me dike; bi çekên kîmyewî, bi çekên giran. Ma çima êrişî me dike?  Lê ew tu carî nikare navê terorê li ser Kurdan bide teqezkirin.”

/kr/uploads/files/2022/01/15/183748_resd-mihemed.webp

Şêniyê bi navê Reşîd Mihemed jî got: “Gelê ku derkeve û mafê xwe bixwaze, ma gelo ew teror e? Ji mafê her mirovekî ye ku bi maf û zimanê xwe bijî.”

Reşîd Mihemed wiha dawî li gotina xwe anî: “Dewletên ku dibêjin em ji bo mafên mirovan dixebitin, divê navê PKK`ê ji ‘lîsteya terorê’ derxin. Heke tu deng ji wan neyê, em ê bi xwe li pêşiya vî tiştî bisekinin û mafê xwe bi dest bixin.”

ANHA