​​​​​​​Jinên Til Birakê: Divê hemû jin li ser rêgezên Kongra Star xwe bi rêxistin bikin

Bi boneya salvegera 17`an a damezirandina Kongra Star, jinên navçeya Til Birakê bang li jinan kir ku xwe li ser rêgez û bingehên Kongra Star bi rêxistin bikin ku li hember zihniyeta baviksalarî têdikoşe.

​​​​​​​Jinên Til Birakê: Divê hemû jin li ser rêgezên Kongra Star xwe bi rêxistin bikin
16 ÇILE, 2022   04:08
QAMIŞLO-SILAVA EBDUREHMAN

Beriya gelek serdeman ve jin ji aliyê civakê ve hat çewisandin. Bi belavbûna komên tundraw re mîna Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam û çeteyên DAIŞ`ê jiyana jinan veguherî dojehê.

Van koman yekser jin kirin hedef û hewl dan vîna gelan bişkînin nexasim li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û kontrola hikumeta Şamê de. Li van herêman, jin bê çare ye û tu alî parastina wê nekir.

GUHERTINEKE DÎROKÎ

Bi destpêkirina şoreşê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ku bi navê şoreşa jinan tê nasîn, guhertineke dîrokî pêk hat. Jinan di şoreşê de di hemû waran de gelek destkeftî bi dest xistin û di rêza yekemîn de li dijî tundiyê li ber xwe didin.

Di şoreşê de bi armanca parastina jinan ji xeteriyan, gelek sazî hatin avakirin ku ji cîhanê re bûn model.

Di nav de Yekitiya Star ku sala 2005`an ava bû. Yekitiya Star ku paşê navê wê bû Kongra Star li gel şertûmercên dijwar ên sala 2011`an kar û xebatên xwe dimeşandin. Endamên wê dihatin girtin, ji ber ku rejîma Baas wê demê aktîfkirina saziyên sivîl qebûl nedikir.

Yekitiyê kar û xebatên xwe bi zehmetî domandin, ta destpêkirina şoreşa 19`ê Tîrmehê ku bûyereke dîrokî ya girîng bû bi taybet ji bo tevgerên jinan.

/kr/uploads/files/2022/01/15/182407_-large.webp

Rusul Hesen (20) li navçeya Til Birakê dimîne, beriya du salan tev li Kongra Star bû. Rusul Hesen mîna gelek jinan di civakê de ji mafên xwe bê par mabû. Ji ber ku derfet ji jinan re nedihat dayîn ku nêrînên xwe der barê pirsgirêkên civakê de bi taybet civakên girtî, bîne ziman.

Rusul Hesen têkildarî mijarê got: “Ya ku bala min kişandî ku tev li Kongra Star bibim; girîngiya ku dide dozên jinan û pêşxistina wê di hemû waran de ye, da ku jin ji zulm, zihniyeta çeteyên DAIŞ`ê û beriya wê zihniyeta rejîma Baas xilas bibe ku rola jinan paşguh kir û di malan de sînordar kir.”

Rusul Hesen daxuyand ku jin di gelek waran de lawaz in ji ber wê dihatin paşguhkirin û zulm li wan dihat kirin û wiha pê de çû: “Em di hundirê malan de mabûn, xema me ya mezin pêkanîna pêdiviyên malan bû. Me şîdet û tundiya ku li me dihat kirin fêm nedikir. Ji ber ku di gelek waran de zanîna me kêm bû.”

Rusul Hesen destnîşan kir ku piştî tevlêbûna Kongra Star jiyana xwe ya rûtîn şikand û êdî çalaktir bû û li hemû saziyên sivîl û leşkerî semîneran dide jin û mêran.

`DIVÊ HÛN JI BÊDENGIYA XWE DERKEVIN`

Di dawiyê de Rusul Hesen bang li jinên ku rastî tundiyê tên kir ji bêdengiya xwe derkevin û daxwaza mafên xwe bikin, li hember binpêkirina mafên xwe bêdeng nemînin, berê xwe bidin Kongra Star û got: "Kongra Star ji bo hemû jinan mîna dayîkê ye da ku bi hev re nezantî û zordestiya li ser jinan tê kirin, bi dawî bikin."

/kr/uploads/files/2022/01/15/182608_-large_1.webp

Jiyana Nûr Salih El-Îsa (20) ji ya jinên Til Birakê ne cuda ye. Ew jî ji ber zihniyeta baviksalarî zehmetî û êş kişand. Nûr Salih El-Îsa diyar kir ku berê li cem bijîşkekî zarokan kar kiriye, lê çarenûsa wê di destê malbat û xizmên wê de bû. Saetên kar û vegera mal wan diyar dikirin û wiha pê de çû: “Heke rojekê hinekî dereng bimam, wekî karesetê bû.”

Nûr Salih El-Îsa destnîşan kir ku bi piştgiriya endamên Kongra Star gelek zehmetî û astengî derbas kirin û wiha got: “Ez nikarim bêjim ku ez çawa dixwazim dikarim bêjim. Lê min gelek astengî û zehmetî derbas kirin. Bi taybet astengiyên ku malbata hevserê min ji min re çêdikirin.”

Derbarê girîngiya perwerdeyê de, Nûr Salih El-Îsa gotineke rêber Abdullah Ocalan a têkildarî perwerdeyê; “Perwerde mîna av, hewa û oksîjenê ye, deriyek bê dawî ye” bi bîr xist û got: “Divê jin hemû di perwerdeyên fikirî re derbas bibin da ku xwe nas bikin û pêş bixin.”

Di dawiyê de Nûr El-Îsa got: “Divê hûn bê teredûd û tirs ji mal derkevin û kar bikin.”

(şx)

ANHA