Koçberên Efrînê: Sûcên li dijî girtiyan hewldana têkibirina têkoşîna rizgariyê ye

Koçberên Efrînê diyar kir ku ew piştgiriyê didin berxwedana girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de û gotin sûcên dewleta Tirk ên li dijî girtiyan, bi armanca astengkirina têkoşîna rizgariyê tê kirin."

Koçberên Efrînê: Sûcên li dijî girtiyan hewldana têkibirina têkoşîna rizgariyê ye
15 ÇILE, 2022   07:55
ŞEHBA

Di dîroka têkoşîna rizgariyê ya li Kurdistanê de, girtîgehên dewleta Tirk bûne qadeke sereke ya berxwedanê. Li ser vê yekê jî dewleta Tirk a faşîst bi hemû rêbazan hewl dide vê têkoşînê tune bike.

Piştî darbeya leşkerî ya li Tirkiyê sala 1980`î desthilata faşîst girtîgeh tijî têkoşer kirin û piraniya wan jî Kurd bûn. Dewleta Tirk bi vê girtinê her tim hewl dide têkoşînê ji holê rake û li dijî wan tundtirîn cureyên îşkenceya derûnî û bedenî pêk bîne, da ku dev ji doza xwe ya rizgariyê berdin. Lê berxwedana girtîgeha Amed sala 1982`yan ku bi serkêşiya şehîd Mazlûm Dogan, Mehmet Hayrî Durmûş, Akif Yilmaz û Kemal Pîr hatiye meşandin, mîrasek li pey xwe hişt û îro bi deh hezaran girtî vê rêyê berdewam dikin. 

Di demên dawî de di encama sûcên dewleta Tirk ên li dijî girtiyên siyasî pêk anî de, 7 têkoşer şehîd bûn.

Koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê, piştgiriya xwe nîşanî vê berxwedanê dan û sûcên dewleta Tirk a faşîst şermezar kir.

Mihemed Mistefa diyar kir ku Kurd her tim ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve tê hedefgirtin û wiha dewam kir: "Mînaka herî berbiçav jî komploya di girtîgeha Îmraliyê de li dijî rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd e. Armanca ji van ceza û tecrîdan jî qirkirina Kurdan û çewisandina nasnameya wan e."

Mistefa destnîşan kir ku desthilata Tirk di şexsê rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd de xwest vîna gelê kurd ku xwe li ser bingeheke demokratîk û aştiyane bi rêxistin dike, tune bike.

Mistefa piştgiriya xwe nîşanî girtiyan da û got: "Em destekê didin hemû girtiyan ku armanca wan azadî û tunekirina koletiyê ye. Em ê li ber xwe bidin û bi armanca piştevaniya girtiyan di girtîgehan de çalakiyan li dar bixin.”

Ulfet Birko îşkenceya li dijî girtiyên siyasî şermezar kir û ev li gotina xwe zêde kir: "Dagirker bi van sûcan hewl didin me qir bikin, lê ew nikarin bi qetilkirin, topbaran û komkujiyan, dawî li me bînin. Tu tişt me natirsîne û ji bo serkeftina şoreşa me ku me di oxira wê de xwîna zarokên xwe daye, çi bikeve ser milên me em ê bikin û heta nefesa dawî li ber xwe bidin."

ꞌEM HÊZ Û MORALA XWE JI BERXWEDANA GIRTIYAN DIGIRINꞌ

Fatme Ebdo, girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta dagirker de wekî pêşengên xwe bi nav kir û wiha axivî: "Em hêz û moralê ji girtiyan digirin. Ew ji bo me hêzeke wêrek in, ji ber ku ruxmî hemû astengiyên di girtîgehên dewleta Tirk de dibînin, lê li ber xwe didin da ku gel bi azadî û rûmet bijî."

Fatme Ebdo wiha gotina xwe dewam kir: "Em ê li kampan li ber xwe bidin û li ser xeta wan bimeşin. Em bi rêberê xwe Abdullah Ocalan ve girêdayî ne û bi saya fikr û felsefeya wî me xwe bi rêxistin kir."

Fatme Ebdo bang li aliyên peywendîdar ên parastina mafên mirovan dikin û NY kir ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin, da ku girtiyên siyasî ji girtîgehên xwe berde.

(eh)

ANHA