​​​​​​​Çolistana Sûriyê bûye qada hevrikiyê ya di navbera Rûsya û Îranê de

Rikberiya Rûsya û Îranê li ser çolistana Sûriyê (Badiyê) zêde bûye, piştî ku Îranê hebûna xwe ya leşkerî li wir xurt kir, bû sedem ku Rûsya dest bi hemleyeke berfireh bike komên alîgirên xwe yên di na hikumeta Şamê de xurtir bike. Gelo girîngiya stratejîk a vê herêmê çi ye?

​​​​​​​Çolistana Sûriyê bûye qada hevrikiyê ya di navbera Rûsya û Îranê de
15 ÇILE, 2022   04:20
NAVENDA NÛÇEYAN-LÎLAV DÊWANÎ

Di van demên dawîn de gelek axaftin li ser sewqiyatên leşkerî yên ber bi çolistana Sûriyê ve bi hiceta şerê li dijî DAIŞ`ê hatin kirin. Lê ji tevgeran diyar dibe ku di navbera rûs û îraniyan de nakokî hene ji bo ku herêmên hegemonîk ên xwedî girîngiyeke aborî xêz bikin.

Ev zêdetirî du salan e çeteyên DAIŞ'ê êrişên xwe li çolistanê xurtir kirine û bi awayekî berçav bi serbestî tevdigerin û zeviyên petrol û gazê û cihên hikumeta Şamê û alîgirên wê dikin hedef ku di encamê de zirarên mezin û gelek windahî çêbûn. Ruxmî êrişên hewayî yên Rûsyayê li dijî nuqteyên DAIŞ`ê û desteka ku ji hikumeta Şamê re pêşkêş dike, lê her duyan jî heta niha nikarîne bermahiyên DAIŞ'ê li wir tune bikin

Bargehên çeteyên DAIŞ'ê li ser dirêjahiya 4 hezar kîlometre çargoşe ji herêma çiyayê Ebû Recmîn ê bakurê rojhilatê Palmîra (Tedmur) heta beyara Dêrazorê û rojavayê gundewarê wê belav dibin, her wiha li beyara El-Suxna û bakurê sînorê bajarê Siweyda hene.

Di çarçoveya sewqiyatên ji herêmê re têne şandin de, hêzên hikumeta Şamê li çolistana Sûriyê komên leşkerî zêde kirin û Firqeya 4`an a hêzên hikumeta Şamê ya alîgirê Îranê di bin navê şerê li dijî DAIŞ'ê de hebûna xwe ya leşkerî li herêmê xurtir kir. Ji ber wê metirsî li cem Rûsya çêbûn ku Îran hebûna xwe li herêmê ji nû ve fireh bike. Raporên piştî vê sewqiyatê, eşkere kir ku Rûsya hewl dide bandora Îran û komên wê li Sûriyê kêm bike.

Ji dawiya meha Kanûnê û vir ve, Firqeya 4`an a hikumeta Şamê a alîgirê Îranê, sewqiyatên leşkerî tîne Tedmurê, derdora wê û beyara li rojhilatê Himsê. Ev sewqiyat ji tank, leşker û panzeran pêk tên.

FIRQEYA 4`AN KÎ YE?

Firqeya 4`an cihekî taybet di nav hêzên hikumeta Şamê de digire, Mahir Esed serkêşê wê ye. Ev firqe destekê ji Îranê werdigire. Xaka Sûriyê ji hêzên wê re vekirî ye. Beşa herî mezin a vê firqeyê ji pêkhateya Elewî ye ku rêjeya wan di vê hêzê de digihêje ji sedî 95.

Firqeya 4`an ji tugayên bi navên "38, 40, 41, 42" pêk tê. Her wiha ji focên 555, 666 û 54 pêk tê û nêzîkî 16 hezar leşker û xwebexşên wê hene.

Firqeya 4`an di nava artêşa hikumeta Şamê de hêza yekane ye ku dikare bi fermana Elî Mehmûd an jî Mahir El-Esed bêyî ku li fermandariya leşkerî ya desteya erkanê vegere, daxwaza pêdiviyên leşkerî ji her beşên artêşê bike. Di aliyê rêxistinî de jî fermandarê vê tugayê rasterast bi Wezîrê Parastinê ve girêdayî ye.

RÛSYA HEWL DIDE HEGEMONIYA ÎRANÊ SÎNORDAR BIKE

Li gel axaftina li ser amadekariyên operasyoneke leşkerî li dijî nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê li beyara Sûriyê, piştî ku hêzê hebûna xwe ya leşkerî li wir xurtir kir, xuyaye ku Rûsya bi israr e ku tedbîran bigire da ku hegemoya Îranê li wir sînordar bike. Ev yek di destpêkirina hemleyekê ji bo xurtkirina hebûna Lîwaya 8`an a alîgirê Rûsyayê li herêmên hegemoya Îranê de xuya bû.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), Lîwaya 8`an li navenda bajarê Tedmurê li avahiya Partiya Baas a li nêzî şaxê istixbarata beyarê nivîsgeha tevlêbûnê vekir. Ew armanc dike ku ciwanên Tedmurê û herêmên derdorê û rojhilatê beyara Himsê bikişîne nava xwe.

SOHR`ê ragihand ku rûsan talîmat dan gelek kesan ku garantiyê bidin koçberên ji herêma Tedmurê ku niha li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de dimînin da ku tev li Lîwaya 8`an bibin.

SOHR`ê behsê kir ku Rûsya hewl dide endamên komên alîgirên Îranê bikişîne û tev li tugaya 8`an bibin.

QADA HEVRIKÎ Û KORÎDORA DERBASKIRINÊ

Di ragihandinê de sewqiyatên leşkerî li çolistana Sûriyê wek ku li dijî DAIŞ`ê hatine şandin tên xuyakirin. Lê diyar e ku hevrikiyek di navbera Rûsya û Îranê de li ser firehkirina hegemoyê heye.

Çolistana Sûriyê ku li rojhilatê Sûriyê ye li ser sînorê hevpar ê bi Iraqê re heta bigihêje başûr rojhilat li herêma nêzî sînorên bi Urdinê re. Rûbera wê derdora 60 hezar kîlometre çargoşe ye.

Ji ber ku ev herêm ji herêmên li rojhilatê bajarê Siweyda, Hums, gundewarê Şamê û rojhilatê Dêrazorê pêk tê û bi petrol û gazê dewlemend in, gelek girîng e.

Herêmên çolistana Sûriyê bi hev ve girêdayî ye û nêzî sînorên Iraqê ne. Li aliyekî din li rex bajarê Hesekê li bakur rojhilatê Sûriyê ye. Li rex çolistana Iraqê ye ku piraniya rûbera wê bi parêzgeha Enbar ve girêdayî ye ku ji bo çeteyên DAIŞ`ê wek stargehekê tê hesibandin. Destpêka 2014`an çeteyan sûd ji vê erdnîgariyê girt û bi rêya wê derbasî Sûriyê bûn.

Her wiha çeteyên DAIŞ û Heyet Tehrîr El-Şam jî hîna vê erdnîgariyê wek korîdorekê bi kar tînin da ku derbasî Sûriyê bibin. Ji ber wê ji bo çeteyan çolistanê xwedî girîngiyeke stratejîk e.

Li çolistana Sûriyê, hejmara şêniyan kêm e. Ew deverên fireh in û girîngiya wê ya leşkerî tune ye. Lê ji ber ku di aliyê erdnîgarî û aborî de Sûriyê bi Iraq û Urdinê ve girê dide, bûye mijara hevrikiya di navbera Îran û Rûsyayê de.

Ji dema ku DAIŞ`ê ev herêm ji nû ve kontrol kir ve hevrikî di navbera Rûsya û Îranê de dest pê kir. Piştî vekişîna komên Fatimiyan ên girêdayî Pasdarên Îranê, Rûsya zeviyê petrolê yê El-Sewra yê li başûr rojavayê Reqayê kontrol kir ku rojane 2 hezar bermîl petrol derdixe.

Her wiha Rûsya zeviya gazê ya Tiwênan a li herêma Tebqa ya gundewarê Reqayê kontrol dike ku rojane derdora 3 milyon metrekab gaza pak û 60 ton gaza malan û 2 hezar bermîl gazên din derdixe. Her wiha zeviya Hecar a li bajarê Tedmurê jî di bin kontrola Rûsyayê de ye.

Di Adara 2017`an de piştî vekişîna çeteyên DAIŞ`ê ji Tedmurê, Rûsya zeviyên petrolê yên li Tedmurê; Muhur û Cezel kontrol kirin.

Îran jî ji 2017`an û vir ve kanên fosfat ên li gundewarê Tedmurê û zeviyên Hesiyan û El-Hemar yên li gundewarê Bûkemalê kontrol kirin.

Ji Sibatê ve Îranê kontrola xwe ya li ser kanên fosfatê xurtir kir, piştî ku Pasdarên Îranê nuqteyên xwe yên leşkerî li herêmên Xinêfis û Sewane yên başûrê rojavayê Tedmur ji 4`an kirin 7 nuqte.

Her wiha Îranê hejmara çekdarên ku kana fosfatê ya herî mezin li Sûriyê diparêzin, kir duqat û hejmara wan gihaşt zêdetirî 300 çekdarî. Da ku veguhastina fosfatê ji Îranê re dabîn bike.

Li aliyekî din hêzên hikumeta Şamê bi Îran û Rûsyayê re kontrola li ser zeviyên Xirata, Teym û El-Werd ên li Dêrazorê û El-Şaêr a li rojhilatê gundewarê Humsê parve dike. Ev zevî rojane 2 hezar bermîl mazot derdixe. Li rex wê zeviyên gazê yên li herêma Wista li Humsê, Hema û beyara Sûriyê hene.

(şx)

ANHA