Borsan: "lihevkirinên" hikumeta Şamê banga wê dike bêfeyde yeꞌ

Lorans Borsan diyar kir ku "lihevkirinên" hikumeta Şamê banga wan dike bê sûd in û wiha got: "Ger daxwazeke cidî derbarê lihevkirinê de hebe, divê li ser bingeha lihevkirineke sûrî be, da ku aloziya Sûriyê were çareserkirin."

Borsan: "lihevkirinên" hikumeta Şamê banga wê dike bêfeyde yeꞌ
15 ÇILE, 2022   05:15
REQA-EHMED ESAF

Hikumeta Şamê li hin herêman "lihevkirinê" pêk tîne da ku kontrol bike, lê rewşa heyî isbat kir ku ev "lihevkirin" aramî û îstiqrar li wan herêman misoger nekir.

Berî niha têkildarî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî heman hewldan hatin kirin, lê pêkhateyên herêmê ev yek red kirin.

Endamê Meclisa Rûspiyên Êla Welde ya Reqayê şêx Lorans Borsan ji ajansê re axivî û "lihevkirinên" hikumeta Şamê banga wan dike, red kirin.

Borsan da zanîn ku hin welatî ji bo tedawiyê yan ji bo zeviyên xwe diçin herêmên hikumeta Şamê, lê hikumeta Şamê vê yekê li gorî berjewendiyên xwe keysbaz dike. Borsan teqez kir ku eşîr van "çareserî û lihevkirinên ferdî" red dikin.

Borsan ev "Lihevkirin" bi şilkî û bê fêde bi nav kir û got: "Heger hikumeta Şamê bixwaze bi cidî "lihevkirinan" pêk bîne divê xwe bispêre biryara navneteweyî ya 2245 û li ser esasê wê ji çareserkirina aloziya Sûriyê bixebite."

Her wiha Borsan destnîşan kir ku heger rejîma Şamê bi rastî di dema heyî de çareserî û lihevkirinan bixwaze divê bi rêya diyalogên sûrî-sûrî be.

Şêx Borsan bi domdarî got: "Li hember van "lihevkirinan" şêx û rûspiyên eşîrên herêmê civîneke li mêvanxaneya Şêxê qebîleya Efadîla, Hiwêdî El-Şilaş li dar xist û bi daxuyaniyekê ev "lihevkirin" red kirin, her wiha xwest ku lihevkirin ji bo çareseriyeke giştî ji aloziya Sûriyê re be."

Şêx Borsan ev "Lihevkirin" bi îhaneta li dijî gelê Sûriyê bi giştî wesif kir û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em ji kesên bi van "lihevkirinan" hatine xapandin re dibêjin tu sûdê li we nakin û nakevin xizmeta giştî. Divê çareseriya giştî li gorî biryarên navneteweyî be."

 (eh)

ANHA