Şêniyên Tebqayê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kobanê şermezar kirin

Îro bi sedan şêniyên Tebqayê meşiyan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kobanê û hedefgirtina sivîlan şermezar kirin. Her wiha piştrast kirin ku ew bi QSD`ê re ne.

Şêniyên Tebqayê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kobanê şermezar kirin
Şêniyên Tebqayê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kobanê şermezar kirin
Şêniyên Tebqayê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kobanê şermezar kirin
Şêniyên Tebqayê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kobanê şermezar kirin
Şêniyên Tebqayê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kobanê şermezar kirin
Şêniyên Tebqayê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kobanê şermezar kirin
Şêniyên Tebqayê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kobanê şermezar kirin
Şêniyên Tebqayê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kobanê şermezar kirin
Şêniyên Tebqayê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kobanê şermezar kirin
13 ÇILE, 2022   13:59
TEBQA

Îro bi sedan şêniyên bajarê Tebqayê, endamên saziyên sivîl, meclisên leşkerî, siyasî, rûspî û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan meşiyan.

Meş ji ber avahiya nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya dest pê kir û li ber Navenda Çand û Hunerê rawestî.

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê hevserokê Meclisa Qanûnsaz û şêxê qebîleya El-Welde Hamid El-Ferec axivî û got: “Dewleta Tirk çi dike bila bike, lê nikare vîn û israra me bişikîne. Em ê li hember derbeyên wê yên nerewa û siyasetên wê yên dijminane li ber xwe bidin.”

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed El-EReb jî got gelên herêmê bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re ne.

Her wiha bi navê Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya, Macîde El-Kerîm axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan şermezar kirin. Macîde El-Kerîm bang li civata navneteweyî kir ku gavên cidî biavêje da ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê rawestînin û ji ber sûcên li herêmê kirine, hesab jê bixwazin.

(şx)

ANHA