Çalakiya li Sêmalkayê berdewam dike

Çalakiya li deriyê  Sêmalkayê berdewam dike. Di çalakiyê de hate gotin ku siyasetên PDK'ê îsrara gel ya domandina çalakiyê zêde dike.

Çalakiya li Sêmalkayê berdewam dike
13 ÇILE, 2022   14:22
QAMIŞLO

Li deriyê sînor  ê Sêmalkayê çalakiya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku li herêma Xelîfanê di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, ket roja xwe ya 101'an.

Şêniyên Qamişlo çalakiya îro dewr girtin. Şêniyê bi diruşmeyên şermezarkirina xiyaneta PDK'ê ve herikin bin kon û ji aliyê şêniyên navçeya Amûdê ve hatin pêşwazîkirin.

Li ser navê şêniyên Qamişlo, Afram Somî got: "Li ser bingeha biratiya gelan, em li konê xwepêşndanê di roja 101'ê de, daxwaza radestkirina cenazeyên şehîdan dikin."

Afram Somî wiha dom kir: "Em daxwaz ji rayedarên Başûrê Kurdistanê dikin ku cenazeyên şehîdan radestî malbata wan bikin. Lê ew siyaseta xwe didomînin û daxwaza me red dikin. Lê em ji wan re dibêjin siyaseta we dê berxwedan û têkoşîna me xurt bike."

Somî wiha lê zêde kir: "Em li ser fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan, felsefeya hezkirin û aştiyê ya ji bo hemû gelan tevdigerin."      

Tê payîn ku Desteya Tenduristiyê ya  Herêma Cizîrê û komîteyên wê  jî dê beşdarî çalakiyê bikin.

(dx)

ANHA