Xwendekatrên Zanîngeha Kobanê êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê şermezar kir

Xwendekarên Zanîngeha Kobanê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku li hember êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê helwestekê nîşan bidin.

Xwendekatrên Zanîngeha Kobanê êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê şermezar kir
11 ÇILE, 2022   14:35
KOBANÊ

Xwendekarên Zanîngeha Kobanê, bi dirûşma "Insyatîfa pêşeroj diaxive" daxuyaniyek da raya giştî û tê de êrişên dewleta Tirk ên li ser bajarê Kobanê û gundên rojhilatê wê di 8'ê Çileyê de, ku di encamê de welatiyek şehîd bû û 12 kesên din jî birîndar bûn, şermezar kir.          

Daxuyanî li pêşiya nexweşxaneya Kobanê ji aliyê xwendekara bi navê Leyla Qehro ve bi amadebûna bi dehan xwendekarên zanîngehê, hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Êrişên dewleta Tirk ên li ser axa me zêde bûne. Ev teror êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet di van mehên dawî de li ser bajarê Kobanê pêk tîne û hemû sînor derbas kirine. Mixabin ev yek li ber çavên hemû cîhanê pêk tê û ev ne cara yekemîm e ku dewleta Tirk a dagirker sivîlan dike hedef."

Di daxuyaniyê de wiha hate domandin: "Ev êriş careke din îspat dike ku tu cudahî di navbera dewleta Tirk a faşîst û çeteyên DAIŞ’ê de nîne, têkçûna çeteyan a li Kobanê dewleta Tirk hêrs kir, ji ber vê yekê biryar da ku bi êrişên bi vî rengî tola xwe ji Kobanê hilîne."

Di daxuyaniyê de bang li hemû welatên cîhanê û raya giştî hat kirin ku li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê helwestekê nîşan bidin.

Piştre, hemû xwendekaran serdana zarokê 4 salî Ebdo Mistefa Henîfî ku lingê wî di encmam êrişa hovane ya dewleta Tirk de hatiye qutkirin, kir.    

(dx)

ANHA