Nûrî Mehmûd îşev dibe mêvanê bernameya ANHA`yê

Berdevkê YPG`ê Nûrî Mehmûd tekildarî êriş û tevgerên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê saet di 20.00`an de de tev li bernameya taybet a ANHA`yê bibe.

Nûrî Mehmûd îşev dibe mêvanê bernameya ANHA`yê
11 ÇILE, 2022   14:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên artêşa Tirk a dagiker li ser herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin. Bi van êrişan re hewldanên berfirehkirina dagikeriyê hene. Di encama êrişan de li Kobanê herî dawî welatiyek şehîd bû û 12 welatî jî birîndar bûn. Dagirkeran ew welatî wek “terorîst” nîşan dan.

Êrişên li ser gundewarên Kobanê, Eyn Îsa, Til Temir, Zirgan û dê heya kengî wiha berdewam bikin?

Gelo dewleta Tirk bi înisiyatifa xwe van êrişan pêk tîne yan hin hêzên din piştevaniya dewleta Tirk dikin?

Çapemeniya AKP-MHP’ê herî dawî îdia kir ku YPG’ê li ser sînorê Akçakale ya Rihayê mayin danîne û di encamê de 3 leşkerên wan hatine kuştin û qaşo paşê êriş dane destpêkirin. Hedefa belavkirina van nûçe û daxuyaniyan çi ye?

Di çarçoveya xweparastina rewa de dê ji aliyê QSD-YPG’ê de bersiva êrişan bê dayîn?

Der barê van êrişan de tu dan û standinên bi hêzên garantor ên li herêmê re çêbûne?

Berdevkê YPG`ê Nûrî Mehmûd di bernameya taybet a ANHA`yê de bersiva van pirsan bide. 

Bernameya taybet saet di 20:00'an de li gorî dema Rojavayê Kurdistanê li ser malpera ajansa me û hesabên wê yên medyaya civakî dê bê weşandin.

Hûn dikarin li ser van lînkan bernameyê bişopînin:

https://www.youtube.com/channel/UCW353iupRhL8OspPE50U2dg

https://www.facebook.com/kuhawarnews

/kr/

ANHA