'Rejîma Tirk olê ji bo armancên siyasî bi kar tîne'

Zanyarên olî û lêkolîneran diyar kir ku dewleta Tirk olê ji bo armancên siyasî bi kar tîne û got divê çanda têkilî û rêzdariya di nava civakê de were xurtkirin.

'Rejîma Tirk olê ji bo armancên siyasî bi kar tîne'
11 ÇILE, 2022   14:26
QAMIŞLO

Piştî rûniştina yekemîn a roja duyemîn a Kongreya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê, peyamên serokê edîtoryaya kovarên El-Înfwan û Dûran News, damezirîner û cîgirê serokê Kluba Şerq a ji bo Diyalogên Şaristaniyê Êlî Serganî û patrîkê katolîkên Suryan Matta Rohan hatin pêşkêşkirin.

Peyama Êlî Sergan ji aliyê endamê komîteya amadekar a kongreyê Şêx Mazin Mihemed ve hate xwendin.

Di peyamê de hate gotin: "Em bi projeya avakirina aştî û redkirina cudakariyê bawer in, divê çanda têkilî û rêzdariyê di navbera hemû beşên civakê de were xurtkirin. Dema ku em behsa têgeha aştiyê dikin, em aştî û azadiya nêrînê dixin xaneyekê. Azadiya nêrînê mafeke sereke û pîroz ê mirov e û lingekî sereke yê avakirina civaka demokratîk e."

Di peyama Serganî de hate destnîşankirin ku diyalog û aktîfkirina zimanê şaristaniyê hêviyek e ku tundrawiyê rake.

Di peyama patrîkê katolîkên Suryan Matta Rohan de kî kongre wek însiyatîfeke girîng hate binavkirin û got: "Hezkirin û rêzdariya di navbera hemû olên li Mezopotamyayê de xurt dike. Her wiha derfeteke ku nirxên hemû ol û mezheban werin naskirin û banga sererastkirina xîtaba olî ya bi rêbaza rexneya avakar dike."

Rohan girîngiya diyaloga di navbera hemû olan de destnîşan kir û got: "Diyaloga di navbera olan de pêwîstiyeke jiyanî ye ku di naskirina rêgez û bingehên hemû olan de dibe alîkar."

Matta Rohan îşaret bi siyasetên hin rejîmên ku hewl didin provakasyonan di navbera olan de derxin, kir û got: "Rejîma Tirk Dêra Ayasofya kir mizgeft. Ev yek rastî gelek rexne û provakasyonan hat û li pey wê gelek pirs man. Mirovê zane baş dizane ku guhertina sîfeta cihên pîroz wekî Dêra Ayasofya mebesta wê serkeftina olekê li ser oleke din e. Lê li pey wê armancên siyasî hene. Di dîrokê de ol ji aliyê siyasetmedaran ve ji bo berjewendiyên şexsî hate bikaranîn."

Beşa duyemîn a kongreyê berdewam dike

ANHA