Şêniyên Minbicê êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Kobanê şermezar kirin

Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê xwepêşandanek li dar xist û sûcên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.      

Şêniyên Minbicê êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Kobanê şermezar kirin
Şêniyên Minbicê êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Kobanê şermezar kirin
Şêniyên Minbicê êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Kobanê şermezar kirin
Şêniyên Minbicê êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Kobanê şermezar kirin
Şêniyên Minbicê êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Kobanê şermezar kirin
Şêniyên Minbicê êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Kobanê şermezar kirin
Şêniyên Minbicê êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Kobanê şermezar kirin
11 ÇILE, 2022   14:22
MINBIC

Xwepêşandêran pankartên "Bi ruhê şehîdên azadiyê, heta serkeftinê em ê şoreşa xwe nû bikin", "Ez ne terorîst im, ez lingê xwe dixwazim", "Ciwanên şoreşger nûnertiya gel û şoreşê dikin" hildan.

Rêvebereke Yekitiya Jinên Ciwan Şêrîn Mihemed Ehmed daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Bi navê Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê û gundewarê wê, em êrişên hovane yên dewletaTirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di encamê de sivîl, jin û zarok li bajarê Kobanê hatin kuştin, şermezar dikin.        

Ev kiryarên hovane yên li dijî jinan eşkere bûne. Her tim hêza jinan di vê şoreşê de û fedakariya şehîdên ku fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan û projeya neteweya demokratîk ji xwe re wek bingehek ji bo azadikirina gel ji zordariya rejîmê, hatiye îsbatkirin.

Di vê mehê de ku em têkoşerên jin, şehîdên azadiyê û şehîdên jinên ciwan ên li Kobanê şehîd bûne bi bîr tînin, dewleta Tirk a dagirker hewl dide êrişî herêmên me bike.

Em ji dijmin re dibêjin, em paşve venegerin û bi fedakariya şehîdên xwe em ê ji cîhanê re îsbat bikin ku xwîna wan ev ax paqij kiriye. Em ji mirinê natirsin û em ê vê şoreşê temam bikin."

(dx)

ANHA