Yekitiya Jinên Ciwan li Zanîngeha Rojava semînerek li dar xist

Yekitiya Jinên Ciwan li Zanîngeha Rojava têkildarî têkoşîna şehîdên Komkujiya Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez semînerek li dar xist.

Yekitiya Jinên Ciwan li Zanîngeha Rojava semînerek li dar xist
Yekitiya Jinên Ciwan li Zanîngeha Rojava semînerek li dar xist
Yekitiya Jinên Ciwan li Zanîngeha Rojava semînerek li dar xist
Yekitiya Jinên Ciwan li Zanîngeha Rojava semînerek li dar xist
11 ÇILE, 2022   14:15
QAMIŞLO

Li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Rojava di çarçoveya hemleya ‘Tolhildan’ de ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Cizîrê ve bi boneya salvegera şehadeta Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez semînerek ji xwendekaran re hate dayîn. Bi dehan xwendekar beşdarî semînerê bûn.

Di semînerê de axêveran bal kişand ser siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk û hate destnîşan kir ku vê siyasetê bi Komkujiya Dêrsimê ya sala 1938’an dest pê kir, heya Komkujiya Parîsê ya sala 2013’an dewam kir û îro jî bi komkujiya li Kobanê berdewam dike.

Piştre li ser jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez sînevîzyonek hat pêşkêşkirin. Di dawiyê de jinên ciwan soza tolhildanê da.