Di kongreya Ol û Baweriyan de banga wekheviya zayendî hate kirin

Axêverên kongreyên banga girîgiya karkirinê li ser bingehê Hevpeymana Medîneyê, redkirina gotinên nefretê û belavkirina çanda toleransê nîqaş kir.

Di kongreya Ol û Baweriyan de banga wekheviya zayendî hate kirin
Di kongreya Ol û Baweriyan de banga wekheviya zayendî hate kirin
Di kongreya Ol û Baweriyan de banga wekheviya zayendî hate kirin
Di kongreya Ol û Baweriyan de banga wekheviya zayendî hate kirin
Di kongreya Ol û Baweriyan de banga wekheviya zayendî hate kirin
Di kongreya Ol û Baweriyan de banga wekheviya zayendî hate kirin
Di kongreya Ol û Baweriyan de banga wekheviya zayendî hate kirin
Di kongreya Ol û Baweriyan de banga wekheviya zayendî hate kirin
11 ÇILE, 2022   13:34
QAMIŞLO

Di roja duyemîn a kongreyê de gelek axaftin hatin kirin, jê nûnera ola êzidî û endama Koordînasyona Yekîtiya Jinên êzidî ya Rojava Sûad Hiso axivî û bal kişand ser rola Rêveberiya Xweser di vejînkirina ola êzidî de.

Sûad Hiso wiha dewam kir:" Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê azadî da hemû pêkhateyên herêmê ku ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hatibûn paşguhkirin. Dema ku cara yekemîn di hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser de itîraf bi ola êzidî hate kirin, me tavilê dest bi xebatê kir û jin, zarok û ciwanan fêrî rêgez û bingehên ola êzidî kir. Her wiha cara yekemîn e di dîrokê de ku ola êzidî weke beş di zanîngega Rojava de tê xwendin."

Sûad Hiso wiha bi dawî kir:" Divê em hevgirî bin û Sûriyê ji nû ve ava bikin, ji ber ku ya me hemûyan e û divê em hezkirin û aşitiyê di nava gelên Rojhilata Navîn de belav bikin."

`DIVÊ EM LI GORÎ HEVPEYMANA MEDÎNEYÊ BIXEBITIN`

Hevseroka Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Delal Xelîl diyar kir ku ji bo ku hemû pêhate kom bibin, xwe bi pêş bixin û jiyaneke civakî ya rast ava bikin, divê nêrîneke hevbeş a civakî hebe.

Delal Xelîl axaftina xwe wiha bi dawî kir:" Ola Îslamê bi gelek şeran re rû bi rû ye û tê gotin ku olekî girtî ye, ji ber vê yekê em hewl didin ku rastiya olê ji her kesî re eşkere bikin, her wiha ji ber ku em îslama demokratîk esas digirin, em rastî gelek êrişan tên."

Her wiha Serokê Weqfa Al El-Beyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêx Senan Sîdoş wiha axivî:" Ola îslamê oleke cîhanî ye û beyama wê ji bo hemû cîhanê ye. Peyama wê edalet e û banga biratî û toleransa di navbera hemû kesan de dike."

Senan Sîdoşî bal kişand ser Hevpeymana Medîneyê û wiha got:" Hevpeymana ku em ê balê bikişînin ser hevpeymana her baş a biratiyê û qanûnê ye, ew Hevpeymana Medîneyê ye ku parastina azadiya baweriyên hemû gelan dike ye."

'HER KESÊN KU JI BO BELAVKIRINA AŞTIYÊ DIXEBITIN, XWEDA WAN PÎROZ DIKE'

Bi navê suryanên Cizîr û Firatê, metranê mezheba suryanên ortodoksê, Maurice peyameke bi dîmen da. Metran Mauric lidarxistina kongrê pîroz kir û got: "Ez xwişk û birayên ji olên din ku hewl didin aştiyê ava bikin, silav dikim. Her kesên ku hewl didin aştiyê belav bikin, xweda wan pîroz dike."

JIN Û OL

Nivîskar û çalakvan Esma Kiftaro jî behsa rola jin di ola Xiristiyan de kir û wiha got: "Mînak Meryem El-Ezra li hember adet û urfên civakî yên baviksalarî ku beşdarbûna jinan di raya giştî de qedexe dikir, sekinî. Her wiha li hemberî qanûnên giran li ser jinan hatibûn ferzkirin rabûn. Meryem El-Ezra banga rola jinan û derbasbûna wê di qada giştî de dike. Di kesayeta hezretî Xedîce Bint Xiwêlid hevjîna pêxember Mihemed, hema wate di nêrîna îslamê de jî tê destnîşankirin.

Em van mînakan ji dîrokê tînin ziman ku ji ber pêwîstiya me bi têkoşîna li hember çanda kolekirin û zilma ku îro li ser jinan tê meşandin heye. Sûcdarên ku sûcên destdirêjiyê li jinan dikin tên parastin. Hîna jî tundî, înkarkirin, zilm li ser jinan tê meşandin."

 Nivîskar û çalakvan kêfxweşiya xwe bi projeya Rêveberiya Xweser re anî ziman "Ku girîngî da jinan da ku di her qadan de di nav de perwerde, tenduristî  û siyasî de rola xwe pêk bîne."

 'AŞTÎ JIYAN E'

Endamê Komeleya Parastina Gelên di bin Gefan de lêkolîner Kemal Seydo jî axivî, hêviya serkeftina kongreyê xwest û got: "Em piştgiriyê didin lêborîna ol ya di navbera we de."

Piştre peyama Serokê Platforma Diyalogan a CÎhanê û Serokê Kongreya Fermandarên ji bo Aştî û Edaletê Prof. Dr. Hamid Bin Ehmed El-Rîfaî hate dayîn.

Prof. Dr. Hamid Bin Ehmed El-Rîfaî di peyama xwe de got: "Aştî jiyan e, aştî, ewlehî, îstiqrar û pêşketine. Heger em aştiyê bixwazin divê ji xwe destpê bikin, bi awayekî cidî li ser esasê hezkirin û rêzgirtina li hemberî derdorê, edaletî, rêzdariya azadiya fikir, rêzdariya pîroziyan bixebitin. Ji bo vê yekê divê aştiya hişmendî û aştiya wijdan were avakirin."

Bi navê mezheba Behayî, peyama a Hisên Qasim Hedad hate pêşandan. Hedad di peyama xwe de diyar kir ku ji rêgezên mezheba Behayî aştî û wekheviya herdu zayendan e.

Di peyama serokê ruhanî ya mezheba Îcîl a Dêrikê yê berê ya Keşe Jozêf Îliya de girîngiya hişyarbûna gel û teşwîqkirina wê li ser belavkirina aştiyê de hate destnîşankirin.

Kongrê berdewam dike.

ANHA