Mihemed Şahîn di bernameya ANHA`yê de wê planên dagirkeran binirxîne

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn wê êriş û planên dagirkeran li dijî herêmê, êvarê di bernameya taybet a ANHA`yê de binirxîne.

Mihemed Şahîn di bernameya ANHA`yê de wê planên dagirkeran binirxîne
11 ÇILE, 2022   13:31
NAVENDA NÛÇEYAN  

Bi êrişên Kobanê re ku 5 ciwan şehîd bûn derdora wargeha Mexmûr ji aliyên hêzên Iraqê ve bi têlan tê dorpêçkirin. Li Şengalê heman demê xeteriya êrişan berdewam dike. Deriyê sêmalka heya niha girtiye û li Til Temir, Eyn Îsa û herêmên din jî êrîş bênavber berdewam in. Her wiha Duh êriş li ser buroya HDP`ê a li bajarê Stanbolê pêk hat.

Armanca vê tevgera dagirkeran çi ye?

Dixwazin li kobanê çi bikin? Armanca van êrîşan çi ye? Dewleta Tirk agahiyên îstixbaratî ji kê digre? Helwesta hêzên garantor yên li herêmê li dijî êrişa dewleta Tirk çi bû?

Evarê di saet 20.00`an de wê ev mijar bi Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn re di bernameya taybet a ANHA`yê de werin nîqaşkirin.

Bernameya taybet di saet 20:00'an de li gorî dema Rojavayê Kurdistanê li ser malper ajansa me û hesabên wê yên medya sanal wê bê weşandin.

Hûn dikarin li ser van lînkan bernameyê bişopînin;

https://www.youtube.com/channel/UCW353iupRhL8OspPE50U2dg

https://www.facebook.com/kuhawarnews

/kr/

ANHA