Partiyên siyasî û saziyên sivîl êrişên li dijî Kobanê şermezar kirin

Rêxistin, partiyên siyasî, saziyên sivîl û hiqûqî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û bang li rxêstinên navneteweyî kir ku li hember sûcên dewleta Tirk bisekinin.

Partiyên siyasî û saziyên sivîl êrişên li dijî Kobanê şermezar kirin
Partiyên siyasî û saziyên sivîl êrişên li dijî Kobanê şermezar kirin
Partiyên siyasî û saziyên sivîl êrişên li dijî Kobanê şermezar kirin
Partiyên siyasî û saziyên sivîl êrişên li dijî Kobanê şermezar kirin
Partiyên siyasî û saziyên sivîl êrişên li dijî Kobanê şermezar kirin
Partiyên siyasî û saziyên sivîl êrişên li dijî Kobanê şermezar kirin
Partiyên siyasî û saziyên sivîl êrişên li dijî Kobanê şermezar kirin
Partiyên siyasî û saziyên sivîl êrişên li dijî Kobanê şermezar kirin
Partiyên siyasî û saziyên sivîl êrişên li dijî Kobanê şermezar kirin
Partiyên siyasî û saziyên sivîl êrişên li dijî Kobanê şermezar kirin
Partiyên siyasî û saziyên sivîl êrişên li dijî Kobanê şermezar kirin
Partiyên siyasî û saziyên sivîl êrişên li dijî Kobanê şermezar kirin
Partiyên siyasî û saziyên sivîl êrişên li dijî Kobanê şermezar kirin
Partiyên siyasî û saziyên sivîl êrişên li dijî Kobanê şermezar kirin
Partiyên siyasî û saziyên sivîl êrişên li dijî Kobanê şermezar kirin
Partiyên siyasî û saziyên sivîl êrişên li dijî Kobanê şermezar kirin
Partiyên siyasî û saziyên sivîl êrişên li dijî Kobanê şermezar kirin
Partiyên siyasî û saziyên sivîl êrişên li dijî Kobanê şermezar kirin
Partiyên siyasî û saziyên sivîl êrişên li dijî Kobanê şermezar kirin
Partiyên siyasî û saziyên sivîl êrişên li dijî Kobanê şermezar kirin
Partiyên siyasî û saziyên sivîl êrişên li dijî Kobanê şermezar kirin
Partiyên siyasî û saziyên sivîl êrişên li dijî Kobanê şermezar kirin
10 ÇILE, 2022   16:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Bertekên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina welatiyan zêde dibin.

Her wiha di encama bombebarana dewleta Tirk li dijî Kobanê de welatiyek şehîd bû û 12 jî birîndar bûn, ji nav wan zarokê bi navê Ebdo Mistefa Henîfî ku lingê wî hatiye qutkirin.

RÊXISTINA MAFÊN MIROVAN A EFRÎN-SÛRIYÊ

Ji bo şermezarkirina sûcên dagirkeriya Tirk, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê bi daxuyaniyekê bang li rêxistinên hiqûqnas û parastina mafên zarokan kir ku bi erkên xwe yên mirovî, exlaqî û qanûnî li hember sûcên dewleta Tirk rabin.

Endamên rêxistinê û endamên sazî û yekitiyên sivîl ên kantona Şehbayê li qada kampa Serdemê ya navçeya Ehdasê kom bûn û li wir endamê rêxistinê Leyla Mehmûd daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrişên dewleta Tirk bi rasthatina salvegera 4’an a êrişên li dijî Efrînê pêk hatin. Di encama êrişên dagirkeriyê li dijî Efrînê 498 welatî hatin qetilkirin, ji wan zarokû jin û temenmezin hebûn, her wiha bi sedan birîndar çêbûn, zêdetirî 300 hezar bi darê zorê hatin koçberkirin û gelek zirar bi mal û milkên giştî û cihên dîrokî de çêbûn.

Di daxuyaniyê de bal li ser êrişên dagirkeriyê li dijî Serêkaniyê û Girê Spî de hate kişandin ku tê de çekên kîmyewî hat bikaranîn. Di encama êrişên dagirkeriyê de bi sedan welatî bûn qurban, birîndar bûn û zêdetirî 200 hezar koçber bûn, mal û milkên wan û binesazî hatin wêrankirin.

Daxuyaniyê îşaret pê kir ku dagirkeriya Tirk bi vê yekê nekir, lê belê rojane welatiyan hedef digire, ji Şêrawa, Şehba û Kobanê de bigire heta bi tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Lê ruxmî ku mîsaq û peymanên navneteweyî hene ku êrişa li dijî xakeke din qedexe ye, lê artêşa Tirk êrişên xwe yên bêserûber zêde dike ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike.

Di dawiyê de bang li rêxistinên hiqûqî û rêxistina UNICEF hat kirin ku li hember sûcên dewleta Tirk li dijî xaka Sûriyê bi erkên xwe yên exlaqî û qanûnî rabin.

KOMÎTEYA JINAN A MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN A EFRÎNÊ

Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan her kesê piştevaniya dewleta Tirk dike, bi şirîkê wê di sûcan de wesif dike

Têkildarî vê yekê, Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê daxuyaniyek da. Daxuyanî li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê ya kantona Şehbayê hat dayîn. Endama meclisê Emîne Bekir bi zimanê kurdî û endama meclisê Rîm Horo bi zimanê erebî daxuyanî xwendin.

Komîteyê di daxuyaniyê de  sersaxiya malbata welatiyê di bombebarana Tirkiyê de şehîd bûye xwest û şîfaya lezgîn ji birîndaran re xwest.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker ji ber binketinên xwe di krîzên siyasî û aborî de komkujiyan li dijî gelê Kurdistanê pêk tîne, bi taybet li dijî Kobaniya berxwedêr.

Di dawiyê de êrişên li dijî Kobanê û gundewarên wê hatin şermezarkirin û her kesê destekê dide dagirkeriya Tirk şirîkê sûcên wê hate dîtin.

MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN A ŞAMÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Şamê êrişên dewleta Tirk li dijî gelê sûriyê û ewlehiya wî şermezar kirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Şamê bi daxuyaniyê êrişên dewleta Tirk li dijî gelê Sûriyê, ewlehî û istîqrara wî şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hate kirin ku li hember yekitiya Sûriyê bi xak û gelê wê ve bi erkên xwe rabe, her wiha bang li gelê Sûriyê bi tevahî pêkhateyên wê hate kirin ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî welatiyan şermezar bikin û li dijî hêzên hewl didin xaka Sûriyê dagir û binpê bikin bisekinin.

ZAROKÊN TIRBESPIYÊ WÊNEYÊN ZAROK EBDO HENÎFÎ BILIND KIRIN

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8rafHZhodmc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo zarokan wêneyên zarok Ebdo Henîfî hildan û banga parastina zarokan ji êrişên dewleta Tirk kir.

Di kombûna zarokan li qada dibistana Hesan de, zaroka bi navê Êva Tehlo got, divê sînorek ji sûcên dagirkeriya Tirk re were danîn û divê rêxistinên mirovî û hiqûqî bi erka xwe rabin û parastina zarokên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin, da ku wek zarokên li cîhanê bi ewlehî û aştî bijîn.

Her wiha Êva Tehlo bang kir ku pêşî li sûcên dagirkeriya Tirk bigirin û wê li hember sûcê ku li dijî zarok Ebdo Henîfî pêk aniye, muhasebe bikin.

RÊXISTINA PYD’Ê YA TIRBESPIYÊ  BANGA XURTKIRINA TÊKOŞÎNÊ KIR

Girêdayî mijarê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li navçeya Tirbespiyê ya Qamişlo bombebarana Tirkiyê li dijî Kobanê bi daxuyaniyekê şermezar kir. Endamê PYD’ê Ebdurehman Hecî Hesen daxuyanî li pêş avahiya Akademiya Şehîd Nejbîr xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk bi tundî hatin şermezarkirin û bi "hovîtî û dûrî exlaqê mirovahiyê hatin wesifkirin. Her wiha hate gotin ku berdewama êrişên dagirkeriya Tirk bi armanca tolhildana ji bo DAIŞ’ê û nixumandina binketina wê li hember berxwedana hêzên gerîlayan e.

PYD’ê di daxuyaniyê de banga bilindkirina têkoşîn û berxwedanê li hember êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, her wiha bang li civata navneteweyî û hêzên garantor kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û van êrişan rawestînin.

KOMÎTEYA PERWERDE Û FÊKIRINÊ YA MINBICÊ: ŞERÊ LI DIJÎ ZAROKAN RAWESTÎNIN

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê bi beşdariya gelek mamoste û xwendekaran daxuyaniyek li pêş avahiya komîteyê da, tê de zarokan pankartên "Ez ne terorîst im, ez lingê xwe dixwazin", "Şerê li dijî zarokan rawestînin" û"Ji mafên min bijîm û ji mafên min fêr bixwînim" hildan.

Zarokê bi navê Ehmed Necim daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ji cîhan û rêxistinên wê yên li ser sûcdar, sûc û mûşekên wan ên li ser zarokên di dibistanan de dikevin bê deng in re, zarokan çi guneh kiriye heta ev hovîtî li dijî wan pêk tê.

Ka mirovahî û ka bangawazên mafên zarokan, em zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li rêxistinên navneteweyî bi taybet rêxistinên mafên zarokan dikin ku zarokan ji hovîtiya mûşekên dewleta Tirk ên bêserûber biparêzin. Ji ber cudahiyê naxe navbera, kevir, dar û mirovan.

Em sûcên hovane ku dewleta Tirk a teror û serokê wê Erdogan li dijî zarokatiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin, şermezar dikin.

Em ji Erdogan re dibêjin me rih berdaye xaka xwe mîna darên zeytûnê yên li herêmên dagirkirî û ji birîn û parçeyên me dê hêvî derkeve ku şewqê bide tevahî mirovahiyê. Ji we mûşek û ji me pênûs, ji wê bêserûberî û ji me xewn, ji we kuştin û teror, ji me aştî. Hûn çi dikin bikin, hûn nikarin ronahî, zanist, zanîn û demokrasiyê ji ser me tarî bikin."

‛KA EM BI AŞTÎ BIÇIN DIBISTANA XWE’

Li aliyekî din jî Desteya Perwerde û Fêkirinê ya Herêma Firatê bi diruşma "Çawa ez ê biçim dibistanê piştî lingê min qut kirin" daxuyaniyek da û tê de bombebarankriina li dijî Kobanê ku di encamê de jin û zarok bûn qurban şermezar kir.

Beşdaran pankartên "Ez ne terorîst im ez lingê xwe dixwazim" û"Çima we zarokatiya min kuşt" hildan.

Xwendekar Tara Mihemed li dibistana Şehîd Seydo ya bajarê Kobanê bi zimanê Kurdî daxuyanî xwend û wiha tê de hate gotin: "Em zarokên Kobanê zarokên bajarê berxwedanê ku êdî zarokên wê bûne sembol û kulîlkên bihara gelan li herêmê. Ew kulîlên bi rengên Adarê dixemilin. Em bi tundî êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker li dijî sivîlan bi taybet zarokan li vî welatî şermezar dikin."

Di daxuyaniyê de bêdengiya navneteweyî li hember dewletên îdia dikin demokrat in hate şermezarkirin, lê belê ew dûrî demokrasiyê ne û peyamek ji wan re hate rêkirin ku ev tevahî hov û tund nikare vîn û israra me têk bibe.

MECLISA NAVÇEYA ŞÊRAN LI CIHÊ ÊRIŞA LI SER EBDO YÊ ZAROK DAXUYANÎ DA

Meclisa Navçeya Şêran banga rawestandina sûcên terorane yên Tirkiyê li hember welatiyan kir

Girêdayî mijarê Meclisa Navçeya Şêran a Kobanê daxuyaniyek da û tê de bang li rêxistinên têkildarî parastina mafên mirovî, mafên zarok û NY’yê kir ku êrişên dewleta Tirk a teror li ser herêmê rawestînin û pabendî erkên xwe yên li hember herêm û gelê wê bin.

Daxuyanî li cihê ku dagirkeriya Tirk malbata Henîfî hedef girtiye, li pêşa mala zarok Ebdo Henîfî yê ku lingê hatiya qutkirin, li gundê Qeremox hat dayîn. Hevserokê Meclisa Navçeya Şêran Xelîl Mehmûd bi zimanê erebî daxuyanî xwend.

Bi dehan endamên Meclisa Navçeya Şêran, endam û rêveberên Meclisa Kantona Kobanê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê û şêniyên gundê beşdar bûn. Her wiha wêneyên zarok Ebdo Henîfî Mistefa û lîstoka ku di dema bombebarana li dijî gund de pê dilîst hildan.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kobanê û gundewarên wê hatin şermezarkirin û hate gotin ku ev ne cara yekemîn e ku Kobanê û gundewarên wê tên armanckirin. Mîna van êrişan di 25’ê meha borî de li dijî endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan jî pêk hatin.

Her wiha bêdengiya navneteweyî ya li hember êrişên dagirkeriyê li dijî herêmê hate şermezarkirin û bang li NY’yê, rêxistinên mafên mirovan, bi taybet rêxistina mafên zarokan hate kirin ku li dijî sûcên dewleta Tirk ên terorane û dermirovî yên li dijî welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin.

Gundê Qeremox di 8’ê vê mehê de hate topbarankirin, di encamê de 6 welatî ji malbatekê birîndar bûn, ji nav wan 3 jin û du zarok hebûn, yek ji Ebdo Mistefa Henîfî (4) ku lingê xwe qut bûye.

JI NIVÎSGEHA PARASTINA ZAROKATIYÊ YA DESTEYA JINAN A HERÊMA FIRATÊ DAXUYANÎ

Têkildarî mijarê, nivîsgehê daxuyaniyek da, tê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kobanê û gundewarên wê şermezar kirin. Daxuyanî bi beşdariya gelek zarok û mamosteyên kantona Kobanê li pêş nivîsgehê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Dewleta Tirk êdî sûcên terorîst bi awayekî bênavber li beramber bêdengiya navneteweyî li dijî welatiyên Kobanê û gundewarên wê bi rêya balafirên bêmirov û mûşekan pêk tîne.

Em bang li civata navneteweyî û Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî dikin ku êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin û zextê li dewleta Tirk bikin ku pabendî peyman, mîsawên navneteweyî û qanûnên mafên mirovan bibe."

Piştre zarokan, wêneyên Ebdo Mistefa Henîfî û pankratên "Em dixwazin bi aştî bijîn", "Na ji qutkirin û tundiyê re" û "Bihêlin ez zarokatiya xwe bijîm" hildan.

RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL YÊN TEBQAYÊ BANGA RAWESTANDINA ÊRIŞÊN TIRKIYÊ KIR

Rêxistinên civaka sivîl ên Tebqayê bang kir ku divê civaka navneteweyî sûcên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin û bi daxuyaniyekê hedefgirtina welatiyên li Kobanê şermezar kir.

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê Şeza El-Hisên li pêş navenda Yekitiya Cotkaran daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em êrişên hovane yên dewleta Tirk li dijî herêmên Kobanê, gundewarên Minbic, Şehba û navçeya Zirganê şermzar dikin.

Her wiha ev bombebaran peyameke eşkere ya dewleta Tirk a dagirker e ku ew di şerê qirkirinê li dijî gelê me de berdewam e, di heman demê de dijberiyeke eşkere li dijî Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê ye. Em piştrast dikin ku divê li hember van sûc û êrişan ev hêz helwesteke zelal nîşan bidin, heke nedin wê demê bi Tirkiyê re hevkar in."

Di dawiyê de bang li civata navneteweyî û hêzên aktîf hate kirin ku van sûcên dijminane yên ewlehiya herêmê têk dibin û dikevin xizmeta terorê rawestînin û sînorekê ji van zêdegaviyên eşkere yên faşîzma Tirkiyê re deynin.

(fr)

ANHA