Rêxistina PYD'ê ya Helebê civîna xwe ya salane li dar xist.

Rêxistina PYD'ê ya Helebê civîna xwe ya salane li dar xist. Hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso got, girtina deriyên sînor ji aliyê PDK'ê ve xiyanetek li gelê Rojava ye, her wiha pêkanîna biryarên Astanayê ye.

Rêxistina PYD'ê ya Helebê civîna xwe ya salane li dar xist.
Rêxistina PYD'ê ya Helebê civîna xwe ya salane li dar xist.
Rêxistina PYD'ê ya Helebê civîna xwe ya salane li dar xist.
Rêxistina PYD'ê ya Helebê civîna xwe ya salane li dar xist.
Rêxistina PYD'ê ya Helebê civîna xwe ya salane li dar xist.
Rêxistina PYD'ê ya Helebê civîna xwe ya salane li dar xist.
Rêxistina PYD'ê ya Helebê civîna xwe ya salane li dar xist.
10 ÇILE, 2022   16:00
HELEB

Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Helebê bi diruşma "Bi şerê gelê şorşger em dagirkeriya têk bibin û Rêveberiya Xweser pêş bixin", civîna xwe ya salane li beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûdê li dar xist. Tevahî endamên PYD'ê yên Helebê, sazî û meclisên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşdarî civînê bûn.

Endamê Meclisa Giştî PYD'ê Emîn Elîko bixêrhatina mêvanan kir. Endama Meclisa Jinan a PYD'ê jî Roşîn Mûsa perespektîfên Nivîsgeha Rêxistinî ya PYD`ê xwendin.

Paşê endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Mistefa Hemo rapora salane ya partiyê xwend û Hêvîn Silêman jî rapora Meclisa Jinan a PYD'ê xwend.

Dûvre sinevîzyonek li ser perspektîfên rêber Ocalan ên têkildarî xebata partiyê û jinên têkoşer hate pêşandan.

Di civînê de hevseroka PYD`ê Eyşe Hiso geşedanên siyasî nirxandin û şehîdên komkujiya Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anîn.

'TIRKIYE TOLA DAIŞ`Ê HILTÎNE'

Eyşe Hiso got:" 2022'an dê ne wekî salên berê be, ji ber ku li ser asta cîhanî, herêmî û bi taybet Sûriyê hin nêrîn hene ew ê zelal bibin."

Eyşe Hiso ev li axaftina xwe zêde kir: "Ji beriya 2011`an ve, em li ser bingeha mîrateya rêber Ocalan û neteweya demokratîk birêxistinkirî bûn. Em dikarin bibêjin ku em modela çareseriyê bûn, ji lew re em îro ber bi naskirineke navneteweyî ji Rêveberiya Xweser a Demorkatîk re ne. Ev jî encamên keda bi hezaran şehîd û rêxistina xurt a gel e."

Hevseroka PYD'ê  Eyşe Hiso bal kişand ser girtina deriyên sînor ji aliyê PDK'ê ve û wiha dewam kir: "Ev xiyaneeke li gelê Rojava û gelê Kurd bi giştî re ye, her wiha pêkanîna biryarên Astana ye. Hikumeta Başûr behsa radestkirina cenazeyan ji malbatên wan re nekir, belê bi bihaneya ku ciwanan êrişî deriyê Pêşxabûr kir, derî girtin."

Eyşe Hiso diyar kir ku dewleta Tirk her tim gelê Kurd û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef, mînaka wê jî hedefgirtina zarok û jinên li Kobanê ne ku di encamê de lingê zarokekî hate jêkirin. Her wiha got: " Dewleta Tirk bi van êrişan tola çeteyên DAIŞ`ê hiltîne.''

Eyşê Hiso di dawiyê de got: "Li gorî fikirê rêber Abdullah Ocalan, diyalog rêya çareseriyê ye, ji lew re gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêya wan diyar e û ji diyalogên bi desthilata Şam an jî oposîzyonê re amade ne. Lê bi şertê ku bi kesên destên wan di xwîna gelê sûrî de tune be û ew pêşniyara 'Lihevhatinê' bi tu awayan qebûl nakin.

Piştî nirxandina geşedanên siyasî, endamên partiyêa rewşa rêxistinî û xebatên partiyê yên sala 2021'an nirxandin. Di nirxandinan de hate diyarkirin ku partiyê sînorê taxa Şêxmeqûsdê derbas kir û xwe bi tevahî pêkhateyên Helebê, ji Xiristiyan, Ereb û Tirkumen û kesaysetên serbixwe da naskirin.

Di dawiya civînê de plansaziya sala nû hate danîn. Ji wan:

-Ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan, rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî û têkbirina terorê, wê berxwedan û têkoşîn werin geşkirin.

-Ji bo xurtkirina rewşa rêxistinî û avakirina pirên ewlehî û baweriyê di navbera pêkhateyan de wê kar were kirin.

-Panel û semînerên zanistî dê werin lidarxistin.

-Ji bo pêşxistina xebata ragihandinê wê kar were kirin.

-Ciwan dê werin perwerdekirin û birêxistinkirin.

(eh)

ANHA