Ji Kongreya Ol û Baweriyan peymanên aştî û hezkirinê

Oldar û zanyarên olî diyar kirin ku ji demeke dirêj ve ol ji bo armancên siyasî û şerê li ser desthilatê hate bikaranîn û gotin: "Tundrawiya olî yek ji jêderên herî xeternak ên nelêborînê ne. Ji ber ku cilê olî lê hatiye kirin ku bi lez di nav civakê de tê bawerkirin."

Ji Kongreya Ol û Baweriyan peymanên aştî û hezkirinê
10 ÇILE, 2022   17:11
QAMIŞLO

Rûniştina duyemîn a Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê bi xwendia peyamên pîrozbahiyê berdewam kir. Gelek zanyarên olî û mezhebî yên li Rojhilata Navîn peymên pîrozkirina kongreyê şandin. Peyamên bi navê Mezheba Sabîî-Mendayî li cîhanê, Navenda Fitweyan a Iraqê, Yekbûna Durziyan û peyama bi navê elewiyan hatin xwendin.

Peyama Mezheba Sabîî-Mendayî li cîhanê, bi rêya dîmen ji aliyê serokê Mezheba Sabîî-Mendayî li cîhanê Şêx Setar Şêx Cebar Hilo ve hate xwendin. Di peyamê de hate gotin: "Em kêfxweş in ku beşdarî vê kongreyê bûne. Rêgeza bingehîn di têkiliyên di navbera gel û pêkhateyan de ew e ku hemû hevdû qebûl bikin û li beramberî hebûna hev rêzdar bin. Her wiha rêzê ji mafên ferd û pêkhateyên olî, mezhebî û etnîkî  bigirin û kîn û cudahiyê ji holê rakin."

Şêx Cebar Hilo diyar kir ku lêborîn nirx û bingehê herî mezin e û wiha domand: "Nakokiyên olî, anî mezhebî an jî neteweyî ji aliyê giştî xelkê ve nayên derxistin, lê bi rêya kiryarên şaş ên desthilatdariya siyasî anî hêzên desthilatdar, anî jî partiyên olî yên hişk ve derdikevin ku ola û mezheba xwe di ser hemûyan re dibînin."

' JI DEMEKE DIRÊJ VE OL TÊ BIKARANÎN'

Şêx Cebar Hilo diyar kir ku ji demeke dirêj ve ol ji bo armancên siyasî tên bikaranîn ku tu elaqeya wî bi ol ve tune ye û wiha domand: "Ol ji bo armancên siyasî, mîna şerê li ser desthilatdariyê tê bikaranîn. Tundiya olî xetertirîn jêderên nelêborînê ye, ji ber ku cilên bi pîvanên olî tê lêkirin û xitaba olî dike ku bi lez di nav xelkê de belav dibe û tê bawerkirin."

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2022/01/10/150350_img_5984.jpg

Serokê Mezheba Sabîî-Mendayî li cîhanê Şêx Setar Şêx Cebar Hilo anî ziman ku "Divê siyaset ji ol were dûrxistin  û rêjeya kêmneteweyan di sîstemên rêveberî û qanûnî de were zêdekirin, kesên ku ji bo belavkirina tundiyê dixebitin werin cezakirin, her wiha divê çanda lêborînê were belavkirin."

Peyama bi dîmen a Navenda Fitweyan a Iraqê, ji aliyê berdevkê navendê Şêx Amir El-Beyatî ve hate dayîn. El-Beyatî got, kongre nûnertiya hezkirin û aştiyê dike, her wiha nûnertiya kilîtên çareseriyan dike.

Di peyama durziyan de piştgirî ji kongreyê re hate dayîn û banga rawestandina rijandina xwînê û pêkanîna aştî û hezkirinê li tevahî cîhanê hate kirin.

Peyama elewiyan ji aliyê nûnera mezheba elewî li Efrînê mamoste Hêvî Silêman ve hate xwendin.

Di  peyamê de hate gotin: " Civaka Mezopotamiya, civaka xwezayî ye ku mirov bi hewldan û têkoşîna xwe ya bi şêwazeke jiyanê ava kiriye. Jiyan ji komên biçûk bigire heta eşîr, qebîle, gel û neteweyan bi ruhekî komînal dest pê kir. Çanda hezkirin, aştî û lihevhatinê belav kiriye, ev çand ji çanda dayika xwedawend hatiye girtin, ku tê de edalet û wekhevî di nav endamên wê de serdest bû. Her wiha hewldanên vejandin û dewlemendkirina vê çandê hebûn, da ku jiyan watedar bibe û bibe xwedî nirxên mirovî û civakî. Ev hewldan û ked bi avakirina şaristaniyên kevn tacîdar bû û rê li ber derketina bawerî û mezheban vekir ku wekî diyariyekê ji bo civakên mirovahî li ser vê erdîngariya pîroz bû."

Hêvîn Silêman diyar kir ku demê re cudahî di nêrînan de derketin "Piştre di navbera peyrewên ol û mezhebên esmanî de nakokî pêş ketin û veguherîn nakokiyên xwînî, etnîkî, mezhebî û zihniyeta nepejirandina yekî din, heta ku gihişte qonaxa jenosîdê (jenosîd)."

Hêvî Silêman anî ziman ku pêwîst e ji bo zindîkirina nirxên civakî hewldan werin kirin û banga rawestandina binpêkirinên li dijî jinan bi giştî û jinên elewî kir û wiha domand: "Jin nûnetiya çanda wekhevî û edaleta di navbera herdu zayindan de dike. Her wiha nûnertiya parastina ekolojiya û zindiyan dike. Banga pêkanîna aştiya civakî  û pevguhestina çandan dike."

Her wiha bang ku ku "Xwe di fikirê mirovî de yê ku fîlozofê serdemê rêber Abdullah Ocalan (APO) pêşkêş kiriye, kûr bikin, çanda neteweya demokratîk a ku xwe dispêre biratiya gelan û jiyana aştiyane pêk bînin da ku civakeke exlaqî, azad û ekolojî were avakirin."

Piştî xwendina peyaman, rûniştina duyemîn a (Faktorên ku bi navê ol bûne sedema binpêkirinên li dijî gelan) dest pê kir. Ev rûniştin ji aliyê berpirsa Yekitiya Jinên Suryan a Qamişo Jorget Bersûm ve tê birêvebirin.

ANHA