QSD: Şehîd Egîd Gerzan bi lehengî şer kir û şehîd bû

QSD`ê nasnameya şehîdekî xwe ku di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûbû, eşkere kir û soza pêkanîna armancên şehîdan da.

QSD: Şehîd Egîd Gerzan bi lehengî şer kir û şehîd bû
10 ÇILE, 2022   13:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro ragihand ku di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker de şervanekî wan şehîd bûye.

Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên me li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe didin. Dewleta Tirk a dagirker hewl dide herêmên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike û ewlehiya wê têk bibe. Ji ber wê gundan bi awayekî bêserûber topbaran dike û bi dronan sivîlan dike hedef.

Hêzên me li hember wan êrişan li ber xwe didin û gelek hewldanên dagirkirinê li gundewarên bajarokên Zirgan û Til Temirê heta bigihêje rojavayê gundewarê Girê Spî û derdora bajarokê Eyn Îsa, Kobanê û gundewarê têk birin.

Di wê berxwedanê de, hevalekî me şehîd bû.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Egîd Gerzan

Nav û paşnav: Ehmed Silêman

Navê dayîkê: Fatma

Navê bav: Mihemed

Cih û dîroka jidayîkbûnê: Dirbêsiyê 1-1-2000

Cih û dîroka şehadetê: Herêma Firatê 5-1-2022

Em sersaxiyê ji malbata şehîd Egîd Garzan re dixwazin û soz didin ku armancên şehîdan pêk bînin."

(şx)

ANHA