Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê êrişa li ser Kobanê şermezar kir

Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê topbarana dewleta Tirk a li ser Kobanê û gundewarê wê şermezar kir û bang li civata navneteweyî û hemû hêzên navneteweyî yên li herêmê kir ku rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê bigirin.

Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê êrişa li ser Kobanê şermezar kir
10 ÇILE, 2022   13:51
NAVEND NÛÇEYAN

Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê daxuyaniyek da û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane di çend rojên dawîn de bajarê Kobanê bombebaran kir. Di encamê de gelek sivîl birîndar bûn.

Em êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar dikin û bang li civata navneteweyî û hêzên navneteweyî yên li herêmê dikin ku yekser rê li pêşiya dewleta Tirk bigirin da ku êrişên xwe yên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser rawestîne.

Amerîka û Rûsya dikarin vê yekê bikin û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan rawestînin.

Divê gelê Sûriyê, nexasim Ereb, xwedî li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk derkevin û li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin. Parastina projeya xwe ya azad bikin da ku civakeke modern a demokratîk ava bikin. Ji ber ku parastina projeya Rêveberiya Xweser parastina hebûn, jiyan û azadiyê ye."

(şx)

ANHA