Şêniyên Til Temrê şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîr anîn

Şêniyên navçeya Til Temirê her sê şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîr anîn û piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker bi şehîdxistina her sê jinan xwest vîna jinên azad têk bibe.

Şêniyên Til Temrê şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîr anîn
Şêniyên Til Temrê şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîr anîn
Şêniyên Til Temrê şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîr anîn
Şêniyên Til Temrê şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîr anîn
Şêniyên Til Temrê şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîr anîn
Şêniyên Til Temrê şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîr anîn
Şêniyên Til Temrê şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîr anîn
10 ÇILE, 2022   13:46
HESEKÊ

Kongra Star a navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê, îro bi wesîleya salvegera 9`an a Komkujiya Parîsê ya li dijî her sê jinan Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, semînerek li dar xist. Bi dehan şêniyên navçeyê û endamên saziyên sivîl tev li semînerê bûn.

Di semînerê de endama rêveber a Kongra Star Raperîn Nurhaq axivî û têkoşîna têkoşîna her sê şehîdan vegot.

Raperîn Nurhaq destnîşan kir ku îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker (MÎT) li ber çavê desthilata Fransa û bêdengiya naveteweyî, her sê jin şehîd xistin. Raperîn Nurhaq got: "Dijmin bi rêya şehîdxistina her sê jinan, xwest vîna jinên azad têk bibe û tune bike. Lê ew tê negihiştine ku bi sedan Sakîne, Fîdan û Leyla hene ku xwe bi rêxistin kirine û hêza xwe ji wan jinan girtine."

Di dawiya semînerê de sînevîzyonek têkildarî têkoşîna her sê şehîdan hat pêşandan.

(şx)

ANHA