​​​​​​​Kenan Berakat: Radestnekirina cenazeyan aliyekî komploya li dijî herêmê ye

Hevserokê Desteya Hundir a Herêma Cizîrê Kenan Berakat piştrast kir ku helwesta PDK`ê ya li hember cenazeyên şehîdan, girtina deriyên sînor û ambargoya aborî, beşek ji komployên li dijî herêmê ne.

​​​​​​​Kenan Berakat: Radestnekirina cenazeyan aliyekî komploya li dijî herêmê ye
10 ÇILE, 2022   12:56
QAMIŞLO 

Çalakiya konvedanê ya li Sêmalkayê derbasî roja xwe ya 98`an bû. Şênî, hêzên nîştimanî û siyasî, saziyên civaka sivîl û rêxistinên hiqûqî serdana çalakiyê dikin û banga radestkirina cenazeyên şehîdên kemîna xiyanetê ku PDK’ê li Xelîfanê pêk aniye, dikin.

Îro Desteya Hundir, gerînendetî û komîteyên wê yên herêma Cizîrê tev li çalakiyê bûn. Şêniyên herêma Dêrikê û Koçeratê ew pêşwazî kirin.

Ruxmî baranê, lê endamên Desteya Hundir heta deriyê sînor ê Pêşxabûr meşiyan. Li wir hevserokê desteyê Kenan Berakat axivî û got: "Ev helwesta PDK`ê, girtina deriyên sînor û ambargoya aborî ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşek ji lihevkirinên li dijî herêmê ne. Ev ne cara yekemîn e ku komplo û planan li dijî Rêveberiya Xweser û pêkhateyên herêmê pêk tîne."

Berakat wiha domand: "Êrişên berdewam ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya van komplo û planan de pêk tên ku hêzên herêmî û navneteweyî plan kirine."

Her wiha Kenan Berakat diyar kir ku PDK`ê ji bo ku fişarê li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike deriyên sînor girtin. Berakat piştrast kir ku gelê herêmê dê li hember hemû komployan bisekine û ruxmî ambargoyê û girtina deriyan, dê li ber xwe bide.

Sibê dê şêniyên navçeya Amûdê çalakiyê dewr bigirin.

(şx)

ANHA