Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kobanê bi daxuyaniyan hatin şermezarkirin

Komîteya Ciwanan a Kantona Şehbayê û rêxistinên sivîl ên Reqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kobanê û pêkanîna komkujiyan şermezar kirin û got ev êriş israra wan a xurtkirina têkoşînê zêdetir dikin.

Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kobanê bi daxuyaniyan hatin şermezarkirin
10 ÇILE, 2022   12:48
ŞEHBA

Bi dehan endamên Komîteya Ciwanan a Kantona Şehbayê li pêşiya navenda meclisa kantonê ya li navçeya Fafînê kom bûn û têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kobanê daxuyaniyek da.

Endamê komîteyê Mistefa Hemdo daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmê dike û hewl dide ewlehiya li herêmê têk bibe.

Her wiha hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker di van êrişan de sivîlan dike hedef, herî dawî bajarê Kobanê tobparan kir û komkujî pêk anî.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ne welatî, ne malên wan û ne jî cihên olî ji vê topbaranê nafilitin. Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya hin aliyên Kurd, li ber çavê civata navneteweyî û hêzên hegemon mîna Rûsya û Amerîkayê armanc dike ku tevna civakî ya herêmê têk bibe û tevliheviyê derxe."

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê hatin şermezarkirin û bang li  hêzên garantor; Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hat kirin ku rê li pêşiya sûc, êriş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê bigirin.

Di dawiya daxuyaniyê de ev yek hat destnîşankirin: "Êriş û sûcên dewleta Tirk israra me ya xurtkirina têkoşînê zêde dikin."

REQA

Girêdayî heman mijarê rêxistinên civaka sivîl ên Reqayê daxuyaniyek da.

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîran Rîm El-Hemûd daxuyanî xwend. Rîm El-Hemûd êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kirin.

Rîm El-Hemûd daxuyand ku ew piştgiriya Kobanê dikin û bêdengiya rêxistinên navneteweyî li hember êriş û sûcên li Kobanê, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî şermezar kir.

Rîm El-Hemûd piştrast kir ku divê gelên herêmê bibin yek û têkoşîna xwe ya li hember qirkirina komî ku dewleta Tirk li dijî herêmê pêk tîne, xurt bikin.

(şx)

ANHA