Oldaran Kongreya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê pîroz kir

Oldarên misliman, xiristiyan û êzidî lidarxistina Kongreya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê ya Navneteweyî pîroz kir û hêvî kir ku ev kongre bibe bingeha jiyaneke aştiyane û sembola azadiya hemû civakan.

Oldaran Kongreya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê pîroz kir
Oldaran Kongreya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê pîroz kir
Oldaran Kongreya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê pîroz kir
Oldaran Kongreya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê pîroz kir
Oldaran Kongreya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê pîroz kir
Oldaran Kongreya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê pîroz kir
Oldaran Kongreya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê pîroz kir
10 ÇILE, 2022   13:23
QAMIŞLO

Ji Kongreya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê ya Navneteweyî re gelek peyam hatin şandin û kongre pîroz kir û piştrast kir ku kongre di demeke wisa de pêk hatiye ku pêwîstiyeke zêde bi aştî û jiyana hevbeş heye.

Di kongreyê de gelek peyam hatin xwendin. Di peyama patrîk Mor Ignatius Joseph ê Sêyemîn yê Yewnan de lidarketina kongreyê hate pîrozkirin û wiha hate gotin: "Ev kongre destpêka hezkirinê di navbera gelan de ye. Em hêvî dikin ku bibe destpêkeke mirovî."

Gerînendeyê Ewqafê yê El-Ezher El-Şerîf şêx Samih Osman jî di peyama xwe de got: "Ji bo jiyaneke aştiyane pêwîstiya me bi belavkirina aştiyê heye. Aştî fermaneke Xwedê ye û ola îslamê ola aştiyê ye."

Ji şêxên êzidiyan û serokê Meclisa Ruhanî ya Laleşa Nûranî Baba Şêx Elî jî di peyama xwe de got: "Lidarketina kongreyê cihê serfiraziyê ye. Ji ber ku ol û baweriyan nêzî hev dike. Em beşdarên kongreyê pîroz dikin û hêvî dikin ku kongre bibe dika aştiyê û ji bo hemû gel û pêkhateyan bibe sembola azadiyê."

Piştre nîqaşên mijara yekemîn a kongreyê ya bi navê "Ji bo ku ol wek şêwazeke jiyana aştiyane were bikaranîn çi astengî li pêşiyê hene" ji aliyê cîgirê hevserokatiya Kongreya Îslama Demokratîk û mamosteyê Zanîngeha Rojava Şêx Ebdurehman Bedirxan ve hatin destpêkirin.

(şx)

ANHA