KCK`ê ji Kongreya Ol û Baweriyan a Mazopotamyayê re peyamek şand

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK`ê ji Kongreya Ol û Baweriyan a Mazopotamyayê re peyamek şand û tê de pêwîstiya karê hevbeş ji bo aktîfkirina rola ol û baweriyan di pêşxistina aştiyê de destnîşan kir.

KCK`ê ji Kongreya Ol û Baweriyan a Mazopotamyayê re peyamek şand
10 ÇILE, 2022   11:42
QAMIŞLO

Komîteya Gel û Baweriyan a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) peyamek ji Kongreya Ol û Baweriyan a Mazopotamyayê ya Navneteweyî re şand ku li Qamişloyê li dar dikeve. Peyam ji aliyê serokê Nivîsgeha Rêveberî û Rêxistinê ya Kongreya Îslama Demokratîk Ebdulkerîm Saroxan ve hat xwendin.

Peyam wiha ye:

"Destpêkê em hemû kes û aliyên ev kongre li dar xistiye, silav dikin. Em hêvî dikin ku ev kongre bibe bingehek ku lewaziya diyalogên di navbera ol û baweriyan de ji holê rake. Her wiha hûn bikarin pîroziyên xelkê û baweriyên wan ku ji aliyê hêzên desthilatdar ve têne bikaranîn, rizgar bikin.

Hemû ol û pêxember li dijî desthilatê derketin. Li rex feqîr, hejar, bindest û koleyan, li dijî zilmê sekinîn. Di dirêjahiya dîroka kevnar a Rojhilata Navîn de, kahîntî wek hêzeke manewî derket û hêza xwe ya civakî ji vir girt. Ji ber wê yekê kahîntî di fikrên xelkê Rojhilata Navîn de cih girt ku berztirîn astên exlaqê ye. Bê guman taybetmendiya hevbeş di navbera hemû ol û baweriyan de exlaq e. Di hemû ol û baweriyan de derew, kuştina mirovan, dizî, fesadî û zilm reftariyên çewt û ne baş in. Edalet, wekhevî, alîkariya nexweşan, belengazan û bindestan di hemû baweriyan de şertê îmanê ne. Ev tê wê wateyê ku ruxmî cudahiya di navbera ol û baweriyan de, lê nirxên wan ên exlaqî yek in. Xala ku hemû ol û bawerî li ser li hev dikin; avakirina kesayet û civakeke xwedî wijdan û exlaq e. Di vê çarçoveyê de û ji ber ku armanca hemû olan yek e, divê em pirrengiya ol û baweriyan nekin mijara nakokiyan.

Ji ber ku ev pirsgirêk xwedî dûrahî û xetereyên mezin in, erka sekna li hember wê, erkeke hevbeş a hemû ol û baweriyên li cîhanê ye. Divê civakek biwijdan û xwedî exlaq were avakirin. Ev erka bingehîn e ku divê em wê li hember civakê pêk bînin. Ev erk di hemû ol û baweriyan de erkek e ku divê pêk were. Divê em cudahî û pirrengiya hev qebûl bikin. Nehêlin ol û bawerî bibin sedema nakokî û şeran. Divê em bi hev re rola sereke ya hemû ol û baweriyan aktîf bikin û hezkirin, aştî û biratiyê di navbera gelan de bi pêş bixin. Divê em ji bîr nekin ku ol û baweriyên li ser rûyê erdê, xwedî heman armancê ne. Divê di vê çarçoveyê de eniyeke hevbeş were avakirin."

(şx)

ANHA