​​​​​​​Axêverên Kongreya Ol û Baweriyan: Divê ol vegerin ser cewhera xwe ya rastîn

Axêveran di Kongreya Ol û Baweriyan a Mazopotamyayê de destnîşan kir ku divê ol vegerin ser cewhera ya rastîn û got “Armanca vê kongreyê ew e ku hemû cureyên zilmê yên li dijî nîjad, ol, bawerî û civakan bi dawî bike.”

​​​​​​​Axêverên Kongreya Ol û Baweriyan: Divê ol vegerin ser cewhera xwe ya rastîn
10 ÇILE, 2022   11:20
QAMIŞLO

Kongreya Ol û Baweriyan a Mazopotamyayê ya Navneteweyî berdewam dike. Di kongreyê de hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer axivî û got: “Bi saya fedakariyên mezin ên şehîdan, bi hezaran êzidî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nirx û rêgezên hemû pêkhateyan hatin parastin.”

Omer bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û got: “Dewleta Tirk a dagirker aloziyên li Sûriyê û herêmê bi kar anîn, ji ber wê destwerdana Sûriyê, Iraq, Lîbya û Misirê kir. Ji destpêka şoreşa Rojava ve, êrişî herêmê û pêkhateyên wê dike. Destek da êrişên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê. Piştî tunekirina DAIŞ`ê, bi xwe tevî komên radîkal û terorîst destwerdan kir û gelek sûc li Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê pêk anîn û demografiya wan herêman guherand ku di encamê de bi hezaran şêniyên herêmê koçber bûn.”

Ebdulkerîm Omer diyar kir ku dewleta Tirk dijminahiya hemû pêkhateyên herêmê dike û Kurdan, xiristiyanan û Ereban dike hedef. Omer piştrast kir ku ew hewl didin Sûriyeyeke demokratîk a pirreng û nenavendî ava bikin.

`JI BO BI SERXISTINA NIRXÊN HEVBEŞ DIVÊ HEMÛ PÊKHATE BIBIN YEK`

Her wiha hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk şêx Mihemed El-Xerzanî axivî û lidarxistina kongreyê pîroz kir. El-Xerzanî îşaret pê kir ku ji bo biserxistina nirxên hevbeş divê hemû pêkhate, ol, bawerî û netewe bibin yek.

Mihemed El-Xerzanî wiha domand: "Em bi saziyan re hevkar in û armancên vê kongreyê jî ew e ku hemû cureyên zilmê yên li dijî nîjad, ol, bawerî û civakan bi dawî bike."

Endama Koordînasyona Kongra Star Muna Yusif jî bal kişand ser çawaniya derbaskirina aloziyan û wiha dewam kir: "Li herêmên me aloziyên siyasî, aborî û civakî re hene, divê em ji bo analîzkirina sedemên derketina van aloziyan li dîrokê vegerin da ku roja xwe ya îro nas bikin û pêşeroja xwe diyar bikin."

Her wiha diyar kir ku ji bo ku ev alozî werin çareserkirin, divê divê ol bi rola xwe rabin û divê dîroka olan baş were analîzkirin û li gorî vê serdemê were şîrovekirin.

Paşê serokê Nivîsgeha Rêveberî û Rêxistinê ya Kongreya Îslama Demokratîk Ebdulkerîm Saroxan peyama Komîteya Gel û Baweriyan a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) xwend.

(şx)

ANHA