​​​​​​​Ofîsa Veguhastinê ya Hesekê tedbîrên nû girtin

Ofîsa Veguhastinê ya Hesekê gelek tedbîr girtin da ku qerebalixa di trafîkê de sivik bibe.

​​​​​​​Ofîsa Veguhastinê ya Hesekê tedbîrên nû girtin
10 ÇILE, 2022   11:53
HESEKÊ

Ofîsa Veguhastinê, Trafîk, Serokatiya Şaredariyê, Yekitiya Ajokaran û Gerînendetiya Zimhêrê yên Hesekê di meha borî de li hev civiyabûn û ev tedbîr girtibûn.

Ofîsa Veguhastinê, rawestgeha minîbûsan (servîsan) a xeta El-Nasra û Zîraa ji Kolana Sînema Qahîre ya li naverasta bajêr bir geraca minîbûsan a li rex herêma pîşeyî li rojhilatê bajêr.

Kolana Sînema Qahîra, rêya têketina bajêr a sereke ye. Nexweşxaneyên taybet û klînîk lê hene e, ji ber wê tevgera welatiyan tê de zêde ye.

Her wiha Ofîsa Veguhastinê xeteke nû vekir ku ji taxa Salihiyê li bakurê bajêr dest pê dike, di taxên Miftî, Til Hecer û El-Nasra re derbas dibe û li Çerxerêya Şehîd Cûdî ya li taxa Kelasê bi dawî dibe.

Têkildarî mijarê, endamê rêveber ê Ofîsa Veguhastinê Asim Hec Omer got: "Ji bo sivikirina qerebalixa trafîkê li kolanê, me rawestgeha minîbûsan ji naverasta bajêr veguhast. Bi heman armancê û ji bo hêsankirina veguhastina welatiyan me xeteke nû ya servîsan vekir."

Asim Omer eşkere kir ku wê kirêya (heqê) xeta veguhastinê wiha be; ya minîbûsan 200 lîreyên Sûriyê û ya otobusan jî 100 lîreyên Sûriyê.

Her wiha Ofîsa Veguhastinê ya Hesekê ji bo xeta nû 2 otobusên girêdayî şaredariya bajêr û 8 minîbûsên taybet veqetandin.

(şx)

ANHA