​​​​​​​Rîhan Loqo: Gelê herêmê bi hêza xwe ya cewherî dê êrişên dewleta Tirk têk bibe

Endama Koordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo da zanîn ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet li ser Kobanê, wekî tolhildana DAIŞ`ê ye û got gelên herêmê baweriya xwe bi hêzên navneteweyî naynin.

​​​​​​​Rîhan Loqo: Gelê herêmê bi hêza xwe ya cewherî dê êrişên dewleta Tirk têk bibe
10 ÇILE, 2022   07:04
​​​​​​​QAMIŞLO- SILAVA EBDUREHMAN

Gundên Elîşar, Til Hacib, Qeremox, Xanî, Serzûrî û Gultepe yên li rojhilatê bajarê Kobanê di 8'ê Çileyê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin topbarankirin û di encamê de welatiyek şehîd bû û 12 kesên din jî birîndar bûn.

Têkildarî êrişên hovane yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ajansa me bi endama Koordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo re hevpeyvînek çêkir. Rîhan Loqo sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Rîhan Loqo wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî sîstematîk welatiyên ku xwedî li projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan derdikevin, dike hedef. Di 23'yê Hezîrana 2020'an de li Helincê ya Kobanê, dewleta Tirk a dagirker 3 jin kirin hedef ku di nav de endamên Kongra Star şehîd bûn."

Têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kobanê, Rîhan Loqo got: "Kobanê projeya xwe ya mirovahî û demokratîk ji hemû cîhanê re nîşan daye. Siyasetên çewisandinê yên Tirkiyê û xewnên wê yên berfirehkirina serdestiya xwe û êrişên wê yên sîstematîk ên li dijî pêkhateyên herêmê bi giştî û gelê Kurd bi taybet eşkere kirin."

Rîhan Loqo êriş şermezar kirin û hêzên garantor berpirsê êrişan dît û wiha pê de çû: "Pêwîst e ev alî berpirsyariya xwe ya li hember sûcên dewleta Tirk û komên çete bi cih bînin û van komkujiyan rawestînin. Dewleta Tirk bi balafirên bêmirov û balafirên şer welatiyan dike armanc û bi rêya bejahî jî bi çeteyên xwe vê yekê pêk tîne. Bi wê re gefan li ewlehî û istîqrara herêmê dixwe.”

Rîhan Loqo wiha lê zêde kir: "Bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî ya li hember kiryarên dagirkeriya Tirk, nîşan dide ku ew şirîkê Tirkiyê ye. Qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin garantiya Koalîsyona Navneteweyî de ye.”

Rîhan Loqo destnîşan kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê baweriya xwe bi Koalîsyona Navneteweyî ya li herêmê naynin, hemû hêvî û baweriya wan bi hêza xwe û projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tînin.

Endama Koordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê gelê herêmê têkoşîn û berxwedana li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker mezin bike.

(dx)

ANHA