Panorama hefteyê: Rûsya êrişên xwe li dijî ‘herêma bêçek’ zêde kirin

Hefteya borî, Rûsya êrişên xwe li ser "herêma bêçek" zêde kirine, di encamê de kuştî û birîndar çêbûn. Li aliyek din serokê hikumeta Sûdanê Ebdullah Hemdok roja duşema borî îstîfa kir.

Panorama hefteyê: Rûsya êrişên xwe li dijî ‘herêma bêçek’ zêde kirin
9 ÇILE, 2022   05:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojanemyên erebî yên hefteya borî li ser rewşa Sûriyê, Sûdan, Iraq û Lîbyayê nivîsandin.

BALAFIRÊN RÛSYAYÊ BOMBEBARANKIRINA BAKUR ROJAVAYÊ SÛRIYÊ DIDOMÎNIN`

Girêdayî rojeva Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Ev 4 roj e balafirên Rûsyayê êrişî herêma bêçek dikin ku beşên mezin ji parêzgeha Idlib, Hema, Heleb û parêzgeha Lazîqiye tê de ne. Her wiha balafiran cihên stratejîk, navendên koçberan û stasyonên avê bombebaran kirin.

Çalakvanê ji Idlibê Cuma El-Elî duh got: “Balafirên şer ên Rûsyayê ji 25`ê Kanûnê ve êrişan li dijî Idlibê û gundewarên Helebê pêk tînin ku di encamê de 15 sivîl birîndar bûn, di nav de rewşa 3 zarokan giran e, jinek û 2 zarokên din hatin jî kuştin.”

Her wiha diyar kir ku di encama hedefgirtina stasyona El-Erşanî ya avê de ku av dida bajarê Idlibê, stasyon rawestî û zirarên mezin gihaştin amûr û avahiya stasyonê. Cuma El-Elî bi bîr xist ku balafirên şer ên Rûsyayê kargeheke madeyên xwarinê û herêmên li nêzî kampên koçberan li herêma El-Şêx Behir a li rojavayê Idlibê jî bombebaran kirin.”

‘HEMDOK JI SEROKATIYA SÛDANÊ ÎSTÎFA KIR’

Têkildarî rewşa Sûdanê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Serokê hikumeta Sûdanê Abdullah Hemdok bi rêya televîzyona fermî ya Sûdanê ragihand ku wî ji erka xwe îstîfa kiriye.

Hemdok got wî di Tebaxa 2019`an de li ser bingeheke destûrî û li gorî lihevkirineke siyasî di navbera pêkhateyên siyasî û sivîl de, erka serokwezîriyê qebûl kiriye."

`NE DIRÊJKIRIN Û NE JÎ PÊVAJOYEKE DEMKÎ YA 6`AN`

Der barê kar û barên Lîbyayê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: "Şêwirmendê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephanie Williams daxuyanî da û bi rêya wan gelek peyam da parlamento û serokê hikumetê Ebdulhemîd El-Debîbe ku hikumeta El-Debîbe nayê dirêjkirin û pêvajoyeke demkî ya 6`an tune ye. "

‘NAKOKIYÊN KU BANDOR LI CIVÎNA YEKEMÎN A PARLAMENTOYA IRAQÊ KIR’

Girêdayî rewşa Iraqê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Ruxmî ku Erebên sunnî û Kurd gihaştin lihevkirinekê têkildarî dan û standina bi şirîkê mezin ê şîe re, lê dibe ku lihevkirin, bi bin bikeve beriya ku namzetên nû derbasî parlamentoyê bibin.

Ruxmî lihevkirina sunnî-sunnî û kurdî-kurdî lê dîsa çarenûsa lihevkirina wan bi xwezaya têkiliya di hundirê şîeyan de ve girêdayî ye. Nexasim diyarkirina hevbendiyên bê. Li gel israra serokê şepela El-Sedr Muqteda El-Sedr li ser hikumeteke piraniya wê neteweyî û israra çarçoveya koordînekirî li ser hikumeteke hevbeşî, lê hemû nîşane îşaret pê dikin ku gelek dijwar e, di civîna sibe ya parlamentoyê de biryar têkildarî vebijêrkên heyî bê dayîn, nexasim diyarkirina her sê serokatiyan.”

`METIRSIYÊN JI BER LIDARNEXISTINA HILBIJARTINÊN LUBNANÊ`

Rojnameya El-Ereb jî wiha nivisî: “Lubnan li benda xebatên siyasî yên mezin û hesas e. Lê guman hene ku hilbijartin di wexta xwe de li dar bikevin bi taybet li gel nakokiyên di navbera hêzên siyasî de.

Tê payîn ku hilbijartin di Adarê de li dar bikevin. Civata navneteweyî û lubnanî li bendê ne ku guhertin di saziyên hikumetê de çêbibin, lê guman hene ku hilbijartin were derengxistin.

Çavkaniyên siyasî yên Lubnanê diyar kir ku heke bûyereke ewlehiyê ya mezin û ne payîn çênebû, wê hilbijartin di wextê xwe de li dar kevin.

Her wiha heman çavkaniyan îşaret pê kirin ku aloziyên 2021`an yên siyasî û jiyanî dê berdewam bikin û dibe ku aloziyên din lê zêde bibin heke rêya çareseriyê nehat dîtin. “

ANHA