PYD: Êrişên li ser Kobanê rê li ber îhtîmalên xeter vedike

PYD'ê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kobanê şermezar kir û got: "Ev êriş rê li ber îhtîmalên xeter vedike."

PYD: Êrişên li ser Kobanê rê li ber îhtîmalên xeter vedike
8 ÇILE, 2022   18:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyeke nivîskî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kobanê û hedefkirina sivîlan şermezar kir û bang xurtkirina têkoşînê li hemberî êrişên dagirkeriyê kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Rejîma Tirk li pêşiya çavên civata navneteweyî û Neteweyê Yekbûyî rêgez û qanûnên navneteweyî bin pê kir. Sibeha roja Şemiyê li navenda bajarê Kobanê bi dron û çekên giran sivîl kir hedef. Di encamê de şehîd û birîndar çêbûn. Her wiha ziyaneke mezin gihaştin milkên wan.

Ev komkujiyeke din e ku li sûcên şer ên li dijî sivîlên li bajar û gundên ewle yên Kobanê zêde dibe.

Ne malên welatiya û ne jî cihên îbadetê ji topbarana bêserûber filitîn. Ev şerê qirkirinê ye ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, armanc jê tevna civakî û navxweyî derbe bike û aloziyan biafirîne. Ev hemû li pêşiya guh û çavên civata navneteweyî, dewletên mezin wekî Rûsya û Amerîkayê têne kirin, bêyî ku li hemberê bersiv werin dayîn û hesab ji hevbendiya AKP-MHC ya faşîst û hikumeta wî ya terorîst re were xwestin

Em Meclisa Giştî ya PYD'ê binpêkirinên rejîma Tirk bi tundî şermezar dikin ku ewlehî û îstiqrara Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixe xeteriyê û aloziyê kûrtir dike. Ji wê zêdetir rê li ber îhtîmalên xeter vedike.

Em bang li civata navneteweyî, hêzên garantor (Rûsya û Amerîkayê) dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin, li hemberî dagirkeriya Tirk û rêxistinên wê yên terorîst bisekinin ku xeteriyeke mezin li tevahî cîhanê çêdikin û gefên zindîkirina rêxistina DAIŞ'ê li herêmê dixwe. Her wiha em bang li gelê xwe yê Rojava û tevahî cîhanê dikin ku berxwedanê xurt bikin. Em teqez dikin ku ev kiryar û komkujî îsrara me ya xurtkirina têkoşîn û berxwedana li hemberî dagirkerî û terorê heta rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî û pêkanîna aştî û istiqrarê li Sûriyê zêde dike."

ANHA