​​​​​​​Li Stockholmê jinan Komkujiya Parîsê şermezar kir

Li paytexta Swêd, Stockholmê jinên Kurd bi meşekê salvegera komkujiya Parîsê şermezar kirin.

​​​​​​​Li Stockholmê jinan Komkujiya Parîsê şermezar kir
8 ÇILE, 2022   17:23
STOCKHOLM

Meş danê piştî nîvro bi pêşengtiya Rêxistina Jinan a Sara hate lidarxistin. Gelek kurdistaniyan saet 13:00'an li meydana Norra Bantorget dest bi meşê kirin û heya bi meydana Norrmalmstorget dewam kir. Di meşê de bê navber dirûşemyên "Sara, Rojbîn, Ronahî, jin jiyan azadî, kujer Erdogan, Parîs hevkar e" hatin avêtin. Her wiha belavokên di derbarê komkujiya Parîsê de hatin belavkirin û bi hoperloran axaftinên derbarê qetilkirin hovîtiya li dijî jinên Kurd hate kirin.

/kr/uploads/files/2022/01/08/172513_99.webp

Meş li parka Norrmalmstorget rawestiya û deqeyeke rêz hate girtin. Paşê berdevka Rêxistina Jinên Kurd a Sara, Ayşe Dîdar axaftinek kir. Ayşe got:" Bi qetilkirina her sê jinên Kurd, xwestin hêza jina Kurd a azadîxwaz têk bibin, lê ew kiryara wan qirêj a dewleta dagirker a Tirk li wan vegeriya. Îro em dibînin ku ew ketine çi rewşê. Jer sal em wan bibîr tînin, ji ber ku bîranîna wan her sê jinên têkoşer û şoreşger erka ser milê me ye, xurkirina doza azadiya jinên Kurd ji bo me ferz e."

Ayşe her wiha got: "Em bang li Frensa dikin ku bi veşartina kujerên kurdan û bi hevkarîkirina bi dewleteke komploger û xwînxwar ku tevayî planên xwe li ser bingeha têkbirin û qetilkirina kurdan çêkiriye wê ji xêncî mezînbûna hêrsa kurdan tiştek nagîje destê we. Em banga xwe ya dad û maf dûbare dikin û em ê her tim şopdarên şoreşgerên xwe bin."

Di çalakiyê de li rex wêneyên her sê jinên Kurd Sara, Rojbîn û Ronahî, wêneyên her sê jinên Kurd Pakîze, Fatma û Sêvê jî hatibûn hilanîn.

Çalakî bi avêtina dirûşmeyên "Sara, Rojbîn, Ronahî, Jin Jiyan Azadî" bidawî bû.

Her wiha wê sibe danê nîvro seet 13:00'an li Komeleya Çandî Hunerî ya Kurdî li naveda Stockholm ji bo her şeş jinên şoreşger bîranînek were li dar xitstin û banga beşdariyê hate kirin.

ANHA