Rêveberiya Xweser têkildarî pirsgirêkên xizmetguzariyê civîneke awarte li dar xist

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevserokên meclisên rêveber û berpirsên Zimhêr, aş û Şîrketên Pêşxistina Çandiniyê re civiya. Di civînê de îşaret bi çareserkirina aloziya li herêmê di serî de nan û şekir hate kirin,.

Rêveberiya Xweser têkildarî pirsgirêkên xizmetguzariyê civîneke awarte li dar xist
8 ÇILE, 2022   16:52
REQA

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîneke awarte ji hevserokên meclisê rêvever û berpirsên zihmêrê, aş û şirîketên pêşxistina çandiniyê re li dar xist. Armanc ji vê civînê da ku planekê ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku herêmê tê re debas dibe, bi taybet pirsgirêka nan û şekir re deyne.

Di civînê de pirsgirêkên xizmetguzariyê, di nav de nebaşbûna kalîteya nan, kêmbûna şekir li sûkan, her wiha mijara sotemenî, çandinî û avdanê hatin nîqaşkirin.

/ar/uploads/files/2022/01/08/155356_alidarh-althatyh-taqd-ajtmaaaan-tarean-lbhth-amwr-khdmyh-wmayshh-fy-almntqh-28429.webp

Ji girîngtirîn biryarên civîna Rêveberiya Xweser a îro, avakirina şaneya aloziyê ya çavdêriya bazar û sotemeniyê, her wiha avakirina komîteya pîşesaziyê da ku çavdêriya karê firin û aş bike.

Beşdaran gelek pirsgirêkên xizmetguzariyê nîqaş kirin, ji wan kalîteya nan, çiqasî şekir li bazaran peyda dibe û mijarên têkildarî sotemenî, çandinî û avdanê.

Civîn bi gelek biryaran bi dawî bû, ji wan avakirina komîteya pîşesaziyê da ku xebata aş û firinan bişopîne.

Her wiha şaneya aloziyê li herêmên di zimhêr, aş, sotemenî û Şîrketa Newroz de hevpar in were avakirin û ji aliyê rêveberiya herêman ve were şopandin da ku çavdêriya bazar û sotemeniyê bikin.

(eh)

ANHA