Bi helbestan berxwendana Efrînê vegotin

Malbeta Heleb a Rewşenbîrî bi sernavê "Efrîna rûmet" şevbuhrêke helbestan li dar xist.

Bi helbestan berxwendana Efrînê vegotin
Bi helbestan berxwendana Efrînê vegotin
Bi helbestan berxwendana Efrînê vegotin
Bi helbestan berxwendana Efrînê vegotin
Bi helbestan berxwendana Efrînê vegotin
Bi helbestan berxwendana Efrînê vegotin
Bi helbestan berxwendana Efrînê vegotin
Bi helbestan berxwendana Efrînê vegotin
Bi helbestan berxwendana Efrînê vegotin
8 ÇILE, 2022   16:17
HELEB

Bi wesîleya rasthatina salvegera 4'emîn a  qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker, Malbenda Heleb a Rewşenbîrî li taxa Şêxmeqsûd a Helebê şevbuhêreke helbestan li dar xist.

20`ê Çileya 2018`an artêşa Tirk û çeteyên wê bi çekên giran û pêşketî û bi 72 balafirên şer, êrişên dagirkirinê li dijî Efrînê dan destpêkirin. Şêniyên Efrînê bi mezin, ciwan û zarok, jin û mêr li hemberî van êrişa û di çarçoveya qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê de, li hemberî van êrişan berxwedaneke mezin nîşan dan.

Şevbuhêrkeke helbestan bi sernavê "Efrîna rûmet" li hola civînan a li aliyê rojavayê taxa Şêxmeqsûd hate lidarxistin. Bi dehan helbestvan û endamên meclisên taxên amade bûn.

Helbestvan Ridwan Agirî, Mihemed Şêx Qenber, Sozdil Nibo, Mudris Talkelî, bavê Cengê, Mihemed Elî, Mihemed Heftaro, Zozan  Dehar, Îsa Ehmed û Ismet Mistefa helbest gotin.

Helbest li ser berxwedana Efrînê ya li dijî êrişên hovane yên artêşa Tirk û hêviyên vegera li Efrînê bûn.

(eh)

 ANHA