Li Hesekê bi hezaran kes li dijî xiyanet û sîxurtiyê meşiyan

Bi hezaran şêniyên kantona Hesekê li dijî xiyanet û sixûrtiyê meşek li dar xist. Di meşê de hate gotin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêza xwe ji fikir û felsfeya rêber Abdullah Ocalan digire.

Li Hesekê bi hezaran kes li dijî xiyanet û sîxurtiyê meşiyan
Li Hesekê bi hezaran kes li dijî xiyanet û sîxurtiyê meşiyan
Li Hesekê bi hezaran kes li dijî xiyanet û sîxurtiyê meşiyan
Li Hesekê bi hezaran kes li dijî xiyanet û sîxurtiyê meşiyan
Li Hesekê bi hezaran kes li dijî xiyanet û sîxurtiyê meşiyan
8 ÇILE, 2022   14:33
HESEKÊ

Bi diruşma "Na ji xiyanet û sixûrtiyê re, girtina deriyê Sêmalkayê teslîmbûna ji siyasetên Erdogan û pêkanîna wê ne", Bi hezaran şêniyên kantona Hesekê meşek li dar xist. Di meşê de hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re di êrişên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û girtina deriyên sînor hatin şermezarkirin.

Meş ji çerxrêya Sînalko ya taxa Til Hecer a bajarê Hesekê dest pê kir. Di meşê de wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên PYD, Partiya Pêşxistin û Guhertina Niştimanî ya Demokratîk, Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan û pankartên bi nivîsên "Na ji xiyanet û sîxurtiyê re" hatibûn vekirin û diruşmeyên şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û xiyaneta PDK'ê hatin berzkirin.

Meş li ber avahiya Meclisa Kantona Hesekê ya nêzî pira Miftî veguherî mîtîngê.

Şêwirmenda hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê Zeyneb Şîtka axivî, hevkariya PDK'ê ya bi artêşa Tirk a dagirker di êrişên wê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û girtina deriyên Pêşxabûr û El-Welîd şermezar kir.

Zeyneb Şîtka diyar kir ku kiryarên PDK'ê xizmeta gelê Kurd nake, lê eşkere xizmeta dewleta Tirk a dagirker dike û wiha got: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina herêmên xwe û herêma Şengalê ji çeteyên DAIŞ'ê bi hezaran şehîda dane, lê PDK'ê deriyê sînor digire û ambargoyê ferz dike. PDK'ê çi bike wê nikaribe vîna bi hezaran ji gelên herêmê yên hevgirtin bişkîne û projeya me ya demokratîk têk bibe."

Zeyneb Şîtka anî ziman ku PDK'ê bi ferzkirina ambargoya li ser herêmê siyasetên dagirkeriyê yên Tirkiyê dipejirîne û wiha domand: "Li hemberî van siyasetan em ê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin û tevahî komployên li dijî herêmê têk bibin. Armanca me ya serekê şerê li hemberî zihniyeta baviksalarî ye. Ji bo vê yekê em ê bi têkoşîn û hevgirtinê xurt bikin."

Endamê Meclisa PYD'ê Mistefa Ehmed jî axivî û got, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî şerê qirkirin û aboriyê tê dikoşe û wiha got: "Îradeya me xurt e, çi dikin bila bikin em ê bi serekvin û hemû astengiyan derbas bikin."

Ehmed destnîşan ki rku ew ê li hemberî tavhî komplo û planên dagirkeriyê û li hemberî siyasetên PDK'ê bisekinin û got: "Her çiqasî xiyanet mezin be û komplo giran bin, em ê li ber xwe bidin, ji ber ku em hêza xwe ji ramanê Ocalan digirin."

Mîtîng bi berzkirina diruşmeyên şermezarkirina êrişên dagirkirin yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û xiyaneta PDK'ê bi dawî bû.

ANHA