​​​​​​​Dagirekran êrişên xwe li ser Eyn Îsayê zêde kirin- HATE NÛKIRIN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî gundê Mielek û rêya M4, gundên din jî dane ber topan.

​​​​​​​Dagirekran êrişên xwe li ser Eyn Îsayê zêde kirin- HATE NÛKIRIN
8 ÇILE, 2022   16:15
EYN ÎSA

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, êrişên xwe li ser Eyn Îsayê zêde kirin, li gel êrişên li ser gundê Mielek û rêya M4, gundên Seyda, Mişêrfa û depoyên wê yên genim jî topbaran dikin.

Derbarê ziyanan de agahî nehatin bidestxistin.

ANHA