Di encama êrişa artêşa Tirk de li Kobanê welatiyek şehîd bû

Di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Kobanê û gundên wê de, welatiyek şehîd bû û 11 kes jî birîndar bûn.

Di encama êrişa artêşa Tirk de li Kobanê welatiyek şehîd bû
8 ÇILE, 2022   12:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa dewleta Tirk a dagirker vê nîvroyê navenda Kobanê û gundên wê topbaran kirin. Artêşa Tirk di serî de navenda Kobanê kir hedef û dûre jî gundên di navbera navenda Kobanê û Girê Spî de yên Qeremox, Xanê, Til Hacib, Serzorî ve Gultepe topbaran kirin.

Li gundê Xanê welatiyê bi navê Îbrahîm Şerîf şehîd bû û 11 welatî jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên li navenda Kobanê. Hate zanîn ku di nava birîndaran de zarokekî 4 salî jî heye.

Her wiha êrişên li ser herêmê berdewam dikin û metirsî hene ku hejmara şehîd û birîndaran zêdetir bibe.