Li Çilaxayê bîranîna şehîdên Komkujiya Parîsê

Şêniyên navçeya Çilaxa şehîdên Komkujiya Parîsî Sakîne, Fîdan û Leyla bi bîr anîn û bang kir ku ji ber şehîdxistina wan hesab ji dewleta Tirk were xwestin.

Li Çilaxayê bîranîna şehîdên Komkujiya Parîsê
8 ÇILE, 2022   13:01
QAMIŞLO

Şêniyên navçeya Çilaxa ya Qamişoyê bi merasîmekê şehîd Sakîna Cansiz, şehîd Fîdan Dogan û şehîd Leyla Şaylemez bi bîr anî.

Merasîm li hola Navenda Çand û Hunerê ya li başûrê navçeyê li dar ket. Di merasîmê de endama rêveber a PYD’ê şaxê navçeya Til Koçerê Bihar Ehmed axivî û destnîşan kir ku ji ber ku dewleta Tirk hesabê ji têkoşîna jinên azad re digire, ji ber wê tevgera jinan û têkoşîna wan dike hedef.

Bihar diyar kir ku dewleta Tirk bi hedefgirtina her sê jinan li Parîsê û li gel bêdengiyeke biguman ji aliyê civata navneteweyî ve, hemû peymanên navneteweyî binpê kirin. Bihar wiha domand: “Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêya berxwedan û têkoşînê pejirand da ku jinan ji zîhniyeta baviksalar xilas bikin.”

Her wiha Bihar destnîşan kir ku têkoşîna jinan heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dê berdewam bike.

Di dawiyê de Bihar Ehmed bang li Yekitiya Ewropayê (YE), rêxistinên mafên mirovan û jinan kir ku ji ber pêkanîna sûcê qetilkirina her sê jinan hesab ji dewleta Tirk bixwazin.

Di dawiya merasîmê de sînevîzyonek têkildarî têkoşîna her sê şehîdan hat pêşandan.

(şx)

ANHA