‛Divê dewleta Tirk sûcên xwe û bikaranîna çekên kîmyewî bê cezakirin’

Parêzer û endamê Yekitiya Hiqûqnasan a Herêma Firatê Azad Ebdî diyar kir ku Tirkiye li pêş çavên cîhanê qanûnên navneteweyî binpê dike û got divê dewleta Tirk a dagirker û rayedarên wê ji ber binpêkirinan û bikaranîna çekên kîmyewî werin cezakirin.

‛Divê dewleta Tirk sûcên xwe û bikaranîna çekên kîmyewî bê cezakirin’
8 ÇILE, 2022   09:01
KOBANÊ-MEYSE EKARÎ

Di gelek peymanên navneteweyî de bikaranîna çekên kîmyewî wek sûc tê binavkirin, lê tevî ku bi sedan caran bikaranîna van çekan li dijî gelê Kurd û gerîlayan bi destê dewleta Tirk a dagirker, hatiye belgekirin jî dewleta Tirk tu carî nehatiye darizandin.

Dewleta Tirk a dagirker ji 23’yê Nîsana 2021’an ve li dijî Hêzên Parastina Gel (HPG) gelek caran çekên kîmyewî bi kar anîn. HPG’ê di bîlançoya şerê mehên borî de ragihandibû ku dewleta Tirk 323 caran di êrişên xwe yên li dijî gerîlayan de çekên kîmyewî bi kar anîne û heta niha 33 gerîla di encama van êrişên kîmyewî de şehîd bûne.

Rêxistin û kesayetên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê ji cihên êrişan, gelek delîl kom kirin û ji 28 sazî û rêxistinên navneteweyî re şandine, di serî de Amerîka û welatên Yekitiya Ewropayê.

‘BINPÊKIRINÊN TIRKIYÊ LI BER ÇAVÊ CÎHANÊ PÊK TÊN’

Parêzer û endamê Yekitiya Hiqûqnasan a Herêma Firatê Azad Ebdî got bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye belgekirin û gelek rojnameyên navneteweyî der barê wê yekê de gelek rapor weşandine. Tevî ku tê zanîn bikaranîna çekên kîmyewî li gorî gelek peyman navneteweyî qedexe ye.

Azad Ebdî wiha axivî: "Piştî şerê cîhanê, bikaranîna çekên kîmyewî hate qedexekirin û 193 welatên cîhanê Peymana Laheyê îmze kirin, piştre wan welatan di sala 1993'an de Peymana Qedexekirina Çekên Kîmyewî îmze kirin û li gorî wê peymanê divê ew bikaranîna van çekan ji aliyê her welatekî cîhanê ve qedexe bike û komîteyên ji bo piştrastkirina vê yekê bi rêya raporên lêkolînê ku komîte bi xwe bi rê ve bibe da ku aliyên ku çekên kîmyewî bikar tînin berpirsyar be, da ku muhasebe bike."

Ji 1899’an ve Peymana Laheyê bikaranîna çekên kîmyewî qedexe dike, bi taybet madeya 23 ji vê peymanê.

Di sala 1993'yan de fikra Peymana Qedexekirina Çekên Kîmyewî derket holê, ku yek ji girîngtirîn peymanên hiqûqa navneteweyî ye, di sala 1997'an de ji aliyê 193 welatan ve hatiye îmzekirin û navê wê jî Peymana Qedexekirina Çêkirin û Bikaranîna Çekên Kîmyewî yên Pêşketî ye.

‛DIVÊ DEWLETA TIRK JI BER BINPÊKIRINA QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ WERE CEZAKIRIN’

Azad Ebdî wiha lê zêde kir: "Li gorî van peymanan, divê ji aliyê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ve komîteyeke lêkolînê bê avakirin, li gorî delîlên ku dewleta Tirk ev çek bi kar anîne, divê were cezakirin."

Azad Ebdî wiha dom kir: "Dema welatek çekên kîmyewî bi kar bîne û eger komîteyeke vedîtina rastiyan ji bo lêkolînê li ser bikaranîna wan çekan were redkirin, wê demê divê Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li gorî beşa wê ya 7’emîn destwerdanê bike û wî welatî darizîne."      

Parêzer Azad Ebdî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ger em bûyerên ku niha li Başûrê Kurdistanê diqewimin bi wan zagon û prensîbên navneteweyî binirxînin, bi taybet ku dewleta Tirk ew peyman binpê kirine, divê ji ber binpêkirina qanûnên navneteweyî were cezakirin."

(dx)

ANHA