Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Til Hemîsê şewatek vemirand

Beşa Necda ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn şewata di maleke li navçeya Til Hemîs de vemirand.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Til Hemîsê şewatek vemirand
8 ÇILE, 2022   09:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser gilînameyekê ku duh bi şev ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hatibû pêşkêşkirin ku malek li taxa Belde ya navçeya Til Hemîs dişewitî, hêzên Necda bi koordîneya tîmên tenduristiyê û foca agirvemirandinê berê xwe da cihê bûyerê. Destpêkê welatî ji wir dûr xistin, piştre tîma agirvemirandinê, şewat vemirand. Li gorî malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şewat ji ber tamaseke kehrebeyê çêbûye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li welatiyan kir ku di rewşên wiha de yekser agahiyê bidin navendên wan.