Meclisa Ewlehiyê dê ji bo nîqaşkirina rewşa Sûdanê civînekê li dar bixe

Ji bo nîqaşkirina geşedanên dawîn ên Sûdanê, Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê dê çarşemê civînekê li dar bixe.

Meclisa Ewlehiyê dê ji bo nîqaşkirina rewşa Sûdanê civînekê li dar bixe
8 ÇILE, 2022   09:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora Sky News Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Brîtanya, Fransa, Norwec, Îrland û Albanyayê bang kir ku ev civîn li dar bikeve.

Dîplomatekî ku nexwest navê xwe eşkere bike, got nîşandina helwesteke hevbeş ji aliyê meclisê ve têkildarî Sûdanê, nedihat payîn û Çîn û Rûsya dê li hemberî wê derkevin. Ji ber ku gelek caran her du dewletan diyar kir ku rewşa Sûdanê kar û barekî hundirîn e û li ser ewlehiya navneteweyî xetereyê çênake.

(şx)